Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokaratîk (MSD) Îlham Ehemd, girêdayî mijara Idlibê ji ajansa me re axivî. Îlham Ehmed diyar kir ku dosyaya Idlibê girîng û hesas e û destnîşan kir ku gelek dewlet hêviyên xwe li ser vî bajarî ava dikin.

Îlham Ehemd bal kişand ku piraniya komên çekdar ên li Idlibê terorîst in û îşaret bi Cebhet El-Nusra û komên girêdayî wê kir, ên xwedî fikrên tundraw. Îlham Ehmed destnîşan kir ku rêjîma Sûriyeyê û Rûsya hewl da operasyonên leşkerî pêk bînin, lê biryarên navdewletî ev yek red kir.

Îlham Ehemed wiha dewam kir:”Rêjîma Sûriyeyê hêvî dike ku serweriya xwe li ser Idlibê û tevahî Sûriyeyê vegerîne. Heke rêjîma Sûriyeyê li gorî destûra berê û heman hişmendiya navendî tev bigere dê civaka Sûriyeyê bi karesateke mezin re rû bi rû bîmîne û dê xwîna bi hezaran sûriyeyiyan were rijandin.”

Îlham Ehemd di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku mayîna dewleta Tirk li Idlibê tê wateya parçekirina beşeke ji xaka Sûriyeyê û wiha domand: “Divê yekitiya xaka Sûriyeyê were parastin, bêyî ku Tirkiye û komên wê li Sûriyeyê bimînin, di heman demê de divê sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê were avakirin.”

‘Idlib Sûriyeya biçûk e’

Têkildarî komên çete yên li Sûriyeyê Îlham Ehmed anî ziman ku komên çete karesateke mezin li ser gelê Sûriyeyê ne, bi taybet li hemberî jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di salên dawîn de, me dît ku ev komên çete ji bo gelê Sûriyeyê karesatek in, di serî de li hemberî jinan. Îro jî em van kiryarên nemirovî yên li Idlib, Efrîn, Cerablus, Bab û Ezazê dibînin. Idlib Sûriyeya biçûk e, ji ber ku bi sed hezaran xelkê Sûriyeyê lê hatine bicihkirin. Xelkên li wir ji ber rêjîma desthilatdar a li wir bi azar in, divê dosyaya Idlibê bi rengekî zelal û plankirî were çareserkirin. Heke bi lihevkirinên navdewletî an jî di navbera gelê Sûriyeyê de ya girîng dosyaya Idlibê bi zelalî were çareserkirin.”

ANHA