Li Herêma Kurdistanê demsala fêkî û sezbe destpê kiriye. Ji bo zindîkirina bazara navxweyî hikûmetê hawirdekirina çend corên fêkî û sebze qedexekiriye, lê bêplaniya hikûmeta ya ji bo geşkirina berhemên navxweyî, dibe sedema têkçûn û avêtina berhemên xwemalî.


Herêma Kurdistanê xwedî rûpîvanek 6 milyon û 619 hezar û 19 donime. Ji bo çandiniyê xwedî bajahiyek berfireke. Di demsalên havîn û zivistanê de salene bi sedhezaran donim zevî tê çandin. Di hinek waran de gihîştiye wê astê ku têra Herêma Kurdistanê bike û heta ku jê zêde jî bike.

Her sal dema ku demsala çinîna berheman destpê dike, cotyar dikevin xema firotina berhemên xwe de. Ji ber ku piraniya berhemên wan di demek kin de dikevin bazarê û bikirin jî kêm dibin.

Ji bo rewşê ji nêz ve bişopînin me serdana elûya Silêmaniyê kir. Li elûyê du kasayên bacanan ên 20 kîlo 5 hezar dînare. Yek ji cotyaran ev du roje tejî wesayîtê bacan anîne elûya Silêmaniyê û heta niha nefirotiye. Herwiha ji bo anîna bacanên xwe 84 hezar dînar kirê daye wesayîtê.

Par 194 hezar û 977 ton bacan li Herêma Kurdistanê hate bikaranîn. 66 hezar û 29 ton ji nava Herêma Kurdistanê hatibûn hilberîn û 98 hezar û 948 ton jî ji derve hawirde kirin.

Di vê demsala ku gelek bacan dikeve bazarê ku ku temenê wan demkurte û ji bo hiştinê jî nabe. Bi neçarî bi nirxekî erzan difiroş in. Gelek caran mesrefa ku lêkirine nagihîn wan.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê roja 22’yê Tebaxê Wezareta Ziraetê û Çavkaniyên Avê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku di 1’ê Îlonê ve hawirdekirina bacanan qedexe kir.

Nehman Osmanê ku ji Pênciwên bacanan tîne li elûya Silêmaniyê difiroşe got;”Ger cotyar kîloyek bacan ji 350 dînaran kêmtir bifiroşe wê zerer bikin. Ji ber ku heqê heqdesta çinînê, kirîna sinduqan, kiriya wesayîtê û pereyê elûyê didin. Ev hemû ji bo wan dibe mesref. Lê min îro kîloya bacaan firotiye bi 110 dînaran.”

Ev pirsgirêk ne tenê ji bo bacane. Zebeş jî yek ji berhemên li Herêma Kurdistanê salene gelek tê çandin û berhem dide. Di sala 2018’an de 149 hezar û 782 ton zebeş li Herêma Kurdistanê hate bi karanîn. Ji vane 84 hezar û 345 hezar ê navxweyî bû û 65 hezar û 388 ton jî ji derve hawirde kirin.

Zebeşên Herêma Kurdistanê tên çandin ji sedê 57’ê pêwîstiya Herêma Kurdistanê pêşwazî dike. Bi taybet di demsala dema çinînê de piranî dikevin bazarê. Lê, hikûmeta Herêma Kurdistanê qet biryarek ji bo qedexekirina hawirdekirina zebeşên ji derve nadeye. Tenê baca gumrikê ji bo her kîloneyê 250 dînar zêde kiriye. Ev jî nebûye sedem ku fikarên cotyaran bi dawî bibe.

Çavkaniya pirsgirêka nefirotina berheman çiye?

Piştî ku berhem çêdibin di demek kin de dikevin bazarê. Rêjeya berhemên dikevin bazarê ji pêwîstiyan zêdetire. Ji ber ku ti cihekî taybet ê ji bo parastina berheman nîne ku ji bo demsalek din bimîne. Ger berhem di dema xwe de neyê mezaxtin wê têk biçe. Lewma ji bo ku berhemê cotyaran xerab nebe serî li çend riyan didin.

Yek ji pirsgirên din ewe ku berhemên xwemalî di warê pîşesazî de nayên bi karanîn. Weke mînak, rêjeya zêde ya bacanan, tenê du kargehên çêkirina salçeyê li Herêma Kurdistanê heye, ev jî sînordar in.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê hawirdekirina wan berheman rawestandiye ku ziyanê digihîne berhemên navxweyî, belku ti planek wê yê ji bo hawirdekirina wan berhemên ji pêwîstiyên Herêma Kurdistanê zêde nîne.

Weke mînak, bi awayek giştî salane 240 hezar ton kartol li Herêma Kurdistanê tê hilberîn. Lê pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 90 hezar ton kartole. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê ti planên wê ji bo şandina nîne, rê li pêşiya kartolên welatên din jî negirtiye.

Rêveberê Giştî yê Ziraeta Silêmaniyê Şalaw Cemal ji Rojnews’ê re axivî û got;”Hikûmeta Herêma Kurdistanê qet sîstemek nîne ji bo wergirtina berhemên cotyaran û piştre bifiroşe. Erka Wezareta Ziraetê ye ku ji derve ji bo firotina berhemên cotyaran bazarekê peyda bike. Yan jî li navend û başûrê Iraqê ku salenên borî heta astek baş berhem ji bo şand jêre peyda bike. Lê, niha ji ber sedema nebaşbûna ewlehî û geşnebûna kerta ziaetê kêm berhemên me dibin.”

Van pirsgirêkan wiha li hinek cotyaran kiriye ku berhemên xwe li ser cadeyen bi nirxekî erzan bifiroşin. Firoşkar Yusif eşkere kir ku duh torbeyên xiyarên 20 kîlo û sindoqek bacanên 10 kîlo bi 3 hezar dînaran firotiye û got;”Cotyar berhemên xwe ji bo min tînin û em li vir ji bo wan difiroşin.”