Bîranîna li navçeya Platnîrovkî ya herêma Krasnadorê hate lidarxistin. Kurdên li navçeyê ji bo gerîlaya PKK’ê Bêrîtan bi bîr bînin hatin cem hev, xeta ‘noker-xayin’ protesto kirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Platnîrovkî Mih Elîyev û Berdevka Meclîsê Necîfe Axmedova ji bo salvegera çalakiya Bêrîtan bang li gelê Kurd kirin ku li dijî xeta noker-xayin dengê xwe rakin.

Du axaftinan bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk û hevkariya sûc a PDK’ê û bi bîr xistin ku dewleta Tirk li dijî gerilayan çeka kimyewî bi kar tîne.

Her wiha hate gotin gelê Kurd li ser xeta Bêrîtan bersivê dide xeta noker û ev xet li her devera Kurdistanê geş dibe.

Komîteya Ciwanên Kurd a navçeyê jî ji bo Bêrîtan bi bîr bînin civînek kirine. Di civînê de jiyan, têkoşîna Bêrîtan hate gotin û giringiya vê çalakiyê ya ji bo gelê Kurd hate vegotin.