AMED – Qeyûmê Şaredariya Farqînê Adem Çelîk beriya demek kin ji hilbijartinê re bimîne gelek milkên aîdî şaredariyê ku neguhêzbar in dewrî saziyên din ên dewletê kir û ji bankayê bi deynek giran kredî bikaranî. Qeyûm Adem Çelîk ê tayînî Şaredariya Farqînê hat kirin beriya demek kin ji hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê re bimîne milkên aîdî şaredariyê ku neguhêzbar in dewrî saziyên din ên dewletê kir û krediyek bi pereyê giran barkirî bikaranî. Li ser fermana Wezîrê Karê Hundir di îlona 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Farqînê ya ku DBP’ê birêve dibir kir. Hevşaredarên DBP’ê ji kar girtin û ji roja qeyûm ango Qeymeqamê Farqînî tayînî şaredariyê hatiye kirin serî li biryarên sosret dide. Endamên ji Walîtiya Amedê û Qeymeqamiya Farqînê tayînî şûna endamên meclîsa şaredariya DBP’ê kirin, di 4’ê Adarê de civîn li dar xistin. Endamên meclîsê yên hatine tayînkirin, bi serokatiya qeyûm Adem Çelîk civîna ku pêk hat biryara ji bankayan milyonek TL kredî bê kişandin. JI BO 25 SALAN DEWR KIRIN Her wiha qeyûm û meclîsa xwe ya tayînkirî biryar dan ku pirtûkxane û navenda desteka malbatan ku berê Mala Desteka Perwerdehiyê bû û Navenda Jinan a MEYA ku li Semta Kaniya Navîne bi pirjimariya dengan bi dema 25 salan bêyî tu bedelî dewrî Miduriyeta Perwerdehiya Millî ya Navçeyê kirin. MA / Lezgîn Akdenîz
Beriya hilbijartinê qeyûmê Farqînê milk dewr kir û deyn zêde kir
