Berkîn Elvan ê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin di rojbûna xwe de hate bîranîn. Dayika wî Gulsum Elvan nerazîbûn nîşanî polîsan da yên ku dor li bîranînê girtin û ji wan re got, “Ez li ber we dikevim.”

Berkîn Elvan ê li Stenbolê di dema berxwedana Gezî de bi fîşeka polîsan a gazê di temenê zarokatiyê de jiyana xwe ji dest da, di rojbûna xwe ya 21’ê de li Okmeydani li devera ku lê hate qetilkirin hate bîranîn. Çalakiya bîranînê ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Lîseyî ve hate lidarxistin û bi navê Berkîn Elvan û zarokên hatin qetilkirin hemûyan çirûskên daxwazê hatin pêxistin.

DAYIKA ELVAN JI POLÎSAN RE GOT: EZ LI BER WE DIKEVIM

Çalakiya bîranînê di nava dorpêça polîsan de pêk hat. Dayika Elvan Gulsum Elvan û bavê wî Samî Elvan jî tevlî bûn. Dayik Elvan beriya destpêkirina çalakiya bîranînê nerazîbûn nîşanî polîsan da yên ku dor li bîranînê girtin û got, “Ji vî tiştê ku hûn dikin şerm bikin, ez li ber we dikevim.”

‘JI BO ZAROKÊN HATIN QETILKIRIN HEMÛYAN’

Bi navê Lîseyiyan Nazli Yoyler axivî û got, “Em ji bo hevalê xwe Berkîn edaletê dixwazin. Ji bo dostê xwe Berkîn, ji bo xwişka xwe Ceylan Onkol ji bo zarokên hatin qetilkirin hemûyan em edaletê dixwazin.”