Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas li ser îptalkirina hilbijartina Stenbolê ya bi destê rejîma AKP’ê got, ”nayê fêhmkirin”.

Heîko Maas daxuyaniyeke nivîskî da û got, ”Biryara Desteya Hilbijartina Bilind a li ser betalkirina hilbijartina Stenbolê û biryara nûkirina hilbijartinê ne zelal e û ji aliyê me ve nayê fêhmkirin.”

Maas got, ”Tenê vîna hilbijêrên Tirk dikare biryarê li ser bide bê ka kî wê were ser Seroktiya Şaredariya Mezin a Stenbolê, divê tenê ew bikaribe vê biryarê bide” û domand, ”Di şertên zelal ên hilbijartinê de, hurmeta li prensîbên demokratîk, bi raya me girîngiyeke mitleq e.”