Bernameya roja yekemîn a Diyaloga Sûrî- Sûrî piştî nîqaşkirina rêzgezên destûra bingehîn û şûnde bi dawî bû. Beşdaran gotin, pêwîste destûra nû mafê hemû pêkhateyan mîsoger bike û jiyaneke hevpar pêk bîne.
Komîteya Amadekar a Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî reşnivîsa “Destûr û rêgezên destûra Sûriyê ya bingehîn” ji beşdaran re pêşkêş kir. Nîqaş li ser reşnivîsê pêk hatin.
Beşdaran nêrînên xwe der barê bendên destûrê de anîn ziman û piştgirî dane projeya demokratîk a Sûriyê, her wiha gotin, ku divê destûr mafê hemû pêkhate, ol, entnîk û netewan biparêze.
Beşdaran her wiha pêwîstiya pêkanîna jiyaneke hevbeş ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê û destekdayîna bi saziyên sivîl re destnîşan kirin.
Di heman demê de banga girîngiya peydakirina jiyaneke azad di warê siyasî, aborî û hwd de ku dûrî netewperestî û aloperestiyê kirin.
Ji rêgezên ku beşdaran li ser li hev kirine, divê rêz ji mafê gelan a diyarkirina çarenûsa xwe ya demokratîk were girtin, mafê jin û zarokan were parastin û rêz ji azadiya ol û baweriyan were girtin.
Beşdarên komxebatê her wiha serkeftinên QSD‘ê li dijî DAIŞ‘ê pîroz kirin.
Piştî nîqaşan bernameya roja yekemîn a komxebatê bi dawî bû.
Komxebat dê sibe pêncşemê bi nîqaşkirina mijara duyemîn a “Nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê” dewam bike.
ANHA







