Şêx Alî Azerî yê Berpirsê Şaxê Sêyemîn ê Rêxistina Bedir a girêdayê Hadî Amîrî, ji aliyê komeke çekdar ve li herêma Kemele ya li rojhilatê Bexda ya paytexta Iraqê hat kuştin. Êrîşkar piştî bûyerê rêviya.
Parlamenterê Koalîsyona Fetihê Medihe Musawî, li ser hesabê xwe yê Facebook ê fermî da zanîn ku rast e; Azerî hatiye kuştin.