Nerazîbunên li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Nûnerên partiyên siyasî yên bajaroka Soran a ser bi bajarê Hewlêrê ve jî têkildarî mijarê nerazîbûna xwe anîn ziman û banga bilindkirina helwestek hevpar kirin.

Ji Hizba Komunîst a Kurdistanê Berpirsyarê Komîteya Navxweyî ya Bajaroka Soran Salar Qadir:

“Me hertim daxwaz kiriye ku divê rê neyê dayîn xaka Başûrê Kurdistanê bibe cihê nakokiyên herêmê. Ev yek dibe sedema ziyana gelê Kurd. Mixabin di salên dawî de welatên herêmê, bi taybet jî dewletên Tirk û Îranê bi qonaxên cûda cûda xaka Başûrê Kurdistanê dagir kirine. Em wek partî li dijî dagirkerî û leşker kêşana nava xaka Kurdistanê ne.

Nakokiyên siyasî û navxweyî bûne sedema metirsiyê, Ji bo vê em bang li raya giştî ya cîhanê û welatên din dikin, êdî li hemberî bombardumanên li ser xaka Kurdistanê bêdeng nemînin.”

Endamê Civata Bajaroka Soran a Tevgera Goran Emîr Hacî Kemal:

“Êdî diyar bûye, ji bilî partiya desthilatdar, piraniya aliyan li dijî hebûna leşkerên Tirk ên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de ne. Nebûna nerazîbûnan û çalakiyên giştî xwe dispêre wê yekê ku hemû aliyên siyasî dibin bandora rewşa hilbijartinan de ne. Niha peywendiyek me weke tê xwestin bi aliyên din yên Soran re nîn e, ji bo vê em nikarin bi hevre li Soran daxuyaniyek li ser dagirkeriyê bidin.

Me di dema borî de bi çalakî û rêxistinên din re nerazîbun nîşan da. Em hemû di zanin ku ev hêz bi alîkariya Hikûmeta Herêmê û PDK’ê hatine nava xaka Başûrê Kurdistanê. PKD û YNK di asta yekem de berpirsyarên vê yekê ne.”

Berpirsyrê Malbenda Bajaroka Soran a Komeleya Îslamiya Kurdistanê Muslim Rayetî:

“Li gorî me ev yek binpêkirina serweriya welate. Em dibêjin divê welat li gorî yasayên navnetewî tevbigerin û nabe serweriya welatan bikin cihê nakokiyan. Çareya nakokiyan jî tenê danûstandine.

Em dixwazin li ser sînorên Herêma Kurdistanê aramî çêbibe. Beriya niha fraksyona Komeleyê di Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, li ser vê mijarê daxuyanî dabû. Me di wir de daxwaz kiribû ku êrîşên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê bên rawestandin.”

RojNews