Gerîlayên azadiyê jî îro tevî hemû zorî û zehmetiyan li hemberî hemû êrîşan li Heftenînê ji nivîsandina destanên berxwedanê re pêşengtiyê dike.

Gelê Kurd bi pêşengtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo bigihîje azadiya xwe, gelek pêvajoyên bi êş û dijwar li pey xwe hiştiye. Gelek caran karbidestên dewleta Tirk a faşîst û dagirker hewl dane bi rê û rêbazên dûrî exlaqê mirovatiyê meşa berxwedan û azadiyê ya gelê Kurd asteng bike lê hemû carê patika xwe xwerandiye û weke gotina pêşiyan ya dibêje ‘Siwar hatin, peya çûn’ bin ketine.

Pêvajoya ku îro jî tê re derbas dibe ji pêvajoyên beriya niha ne cudatire. Ev pêvajo mîna agirekî ye ku roj bi roj bi barxwedana gerîla û gêlê Kurd ya li hemberî êrîşên hovane yê dewleta Tirk a dagirker geş dibe. Dewleta Tirk a dagirker hemû rojê bi awayekî hovane êrîşê hebûna gelê Kurd û Kurdistanê dike. Êdî ew qasî hov bûye ku êrîşê cihên pîroz ango goristanên gelê Kurd dike. Êrîşê cihên dîrokî, zarok û dayîkan dike. Êdî êrîşê vîna hilbijartî ya gelê Kurd û yên Tirkiyê jî dike. Di wateya şênber de lûtkeya faşîzmê jiyan dike û destê Hîtler ji pişt ve girê dide. Lê berxwedana Gelê Kurd teqez kiriye ku wê dawî li faşîzma wê bîne.

Heman dewleta faşîst ji aliyekî ve Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan xistiye nava tecrîdekî giran û ji aliyekî din ve roj bi roj axa welatê Kurdan bombebaran dike û zarokên wê axê qetil dike. Bi van êrîşên xwe, dibêje qey wê dawî li netewa Kurd ango li tekoşîna wê bînê, lê belê çiqas êrîş çêdibin ewqas jî li hemberî wê berxwedan tê kirin.

Gerîlayên Kurdistanê li serê çiyayan bê ku çavên wan bikevin ser hev, li hemberî van êrîşan şer dikin û li berxwedidin. Îro li Cenga Heftenînê ev yek bi awayekî şênber vê rastiyê radixe berçavan. Dewleta faşîst û dagirker ku hemû hêzên hegemonîk çavên xwe li êrîşên wê yê dagirkerî û qirkerina gelê Kurd re girtiye, li Başûr, Rojava, Bakurê Kurdistanê û li her cihekî ku navê Kurd û kurdayetiyê hebê êrîş dike. Li hemberî van êrîşan îro gerîlayên azadiya Kurdistanê, ji bo parastina nirxên hebûnî yê gelê Kurd bi taktîkên nûjen li Heftenînê bersivên dîrokî dide êrîşên dewleta Tirk a dagirker û pilanên wê yê zêdexwaziyê serûbin dike ango têk dide. Ji xwe ji niha ve diyare ku wê weke her carê, vê carê jî wê siwar bên û peya biçin.       

Li her çar aliyên welat û derveyî wê jî gel û ciwanên vê axê, 24 saetan li ser piyanin da ku vê faşîzmê têk bibin. Êdî bi felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel hişyarbûye, bê navber û bêyî ku li tu astengiyan guhdar bikin, li kolanan in û ji bo vîna xwe li berxwedidin. Serhildan û çalakiyên ku hemû rojê tên lidarxistin nîşaneya wê yekê ne. Ma ne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe di parêznameyên xwe de gelê Kurd şibandibû “Dara Berûyê.”

Ji ber van êrîşan, laçika dayika Kurd jî ji ber xwînê sor bûye, lê dîsa jî ew dayika xwedawend heta ku tol raneke ew ê laçikê ji serê xwe nedeyîne.

Di vê demê de berxwedanek bê hemba tê kirin. Dijminê vîna gelê Kurd êdî şepirze maye, mîna dînekî ketiye nava civakê û ji her aliyekî ve êrîş dike. Êdî nema dizane bê ka wê çi bike da ku dawî li vê berxwedanê bîne. Welatê Kurdan dişewitîne, têr nake, zarokên vê axê qetil dike, lê dîsa jî nikare pêşiya vê berxwedanê bigire. Temenê dewleta Tirk a dagiker çendîn kêlî mane. Ji ber wê di nava van kêliyan de bi hemû hêza xwe û bi çavsorî êrîşê gelê Kurd û hêzên demokrat û azadîxwaz dike. 

Berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê, berxwedana gerîlayan a li serê çiyayan û berxwedana gel ya di nava kolanan de, roj bi roj dewleta faşîst difetisîne. Ji ber vê yekê çawa ku pêşenga tevgera jina azad şehîd Zîlan beriya 24 salan gotibû: “Wê di demeke nêz de wê berxwedana gelê Kurd bi ser bikeve û bigihêje armanca xwe û wê di nava malbata gelê cîhanê de cihê xwe yê giranbuha bigire” bi bilindkirina asta berxwedan û tekoşînê wê vê pêvajoyê veguherîne bihara azadiyê.