Berxwedana Amedê ya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja heftan de ye. HDP’î ji nû ve li kolana Lîseyê li hev kom bûn.

Ji 19’ê Tebaxê dema desteserkirina şaredariyan û vir ve Amedî li qadane.

Girseya gel li kolana Lîseyê li hev kom bûn ku di nav de parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Salîha Aydenîz, Ayşe Acar Başaran, Semra Guzel, Hişyar Ozsoy, Garo Paylan, Mûsa Farisogûllari, Îmam Taşçi û Nîmetûllah Erdogmûş jî hene.

Aktîvîstên TJA’yê, endamên DBP’ê, endamên meclîsa şaredariyê û Hevserokê Halkevlerî Nûrî Gunay jî tevlî çalakiyê bûn. Piştî demeke kurt Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli jî tevlî çalakgeran bû. Mizrakli bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hate pêşwazîkirin.

Tê payin ku HDP’î li gorî dema herêmê saet 13’an li kolana Lîseyê daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihînin.

HDP’î ji 19’ê Tebaxê dema desteserkirina şaredariyan û vir ve çalakiyan dikin. Di daxuyaniya Şemiyê de Garo Paylan axivî û got, “Erdogan û Bahçelî dane ser şopa Talat Paşa. Ermenî qirkirin ku vê yekê Osmanî têk bir, Anatolî jî xiste nava felaketê. Ew jî bi heman rengî didomînin.”

Paylan got, “Dema ku hilbijartinên Stenbolê hate betalkirin ne ku ji ber me gelekî ji CHP’ê hez dikir an jî ji Îmamoglû hez dikir, lê ji ber ku em alîgirê demokrasiyê ne, em bi wî rengî tevgeriyan. Eger Tirkiye û dinya li pêşberî qeyûm bêdeng bin wê Erdogan hemû sûcî her bike. Wê siyasetmedar hemû di rewşeke metirsîdar de bin. Em Amed li ser piyan e û em ê qeyûman bişînin. Divê her kes li dijî qeyûm rawestin.”

Di vê navberê de dorpêçiya polîsan a li dora avahiya şaredariyê didome.