Ji kesên ku li Kadikoyê di berxwedana dijî rektorê qeyûm de hatin destgîrkirin 2 kes hatin girtin.
Li dijî tayînkirina qeyûm a li ser Zanîngeha Bogazîçiyê, meşa li Kadikoyê bûbû hedefa êrişa tund a polîsan û di encamê de 23 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin doh birin Edliyeya Anadolûyê. Dozgeriyê ji xwendekarên destgîrkirî xwest 10 ji wan bên girtin, 13 jî bi şertê kontrola edlî bê berdan.
Dadgeriya Ceza ya Sûlhê li 11 kesan cezayê “girtina li malê”, li 9 kesan cezayê “qedexeya derketina derve” birî û kesekjî bi tedbîra kontrola edlî hate berdan.
Dadgehê cezayê girtîgehê li Şîlan Delîbalta û Anil Akyuz birî.