&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, di roja 153mîn de e dewam dike.
Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê jî Nasir Yagiz, 140 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Li 67 zindanên dewleta Tirk jî 335 girtiyên azadiyê: 115 roj in di berxwedana greva birçîbûnê de ne.
Girtiyên ji doza PKKê û PAJKê jî, ji 1’ê Adarê ve, 40 roj in, li tevahiya girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, di greva birçîbûnê de ne.
Li bajarê Fransa Strasbourgê, berxwedana greva birçîbûna 14 çalakgeran, di roja 114an de, li Brîtanya bajarê Newportê, Îmam Şîş jî, di roja 114an de dewam dike.
Piştî, ji zîndanê derketin Semra Akan 94 roj, Gurbet Ektîren 85 roj, Sedat Akin 82 roj, Ferdî Karabay û Îhsan Sînmîş 40 roj in berxwedana greva birçîbûnê li mala xwe didomînin.
Hevseroka DBP Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP Selma Irmak, li Girtîgeha Kandira 85 roj in, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ne.
Tevahiya berxwedêran dibêjin, heya ku tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Kurdistaniyên li Ewrupa jî berxwedana grevên birçîbûnê bi biryardariyek mezin dewam dikin.
Li Kanada bajarê Toronto Yusuf Iba, li Almanya bajarê Duisburgê jî Mûstafa Tuzak 88,
Li bajarê Hollanda Den Haagê Huseyin Yildiz 82, Hasbî Çakici jî 80,
Li bajarên Almanya Nûrbergê Şiyar Xelîl 75, li Kasselê jî Omer Bağdur û Cemal Kobanê 81, li Kolnê Ozkan Ozdemîr, 10 roj in
Li paytexta Avûstûrya Vienê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît 68, li Swisre, Cinevê Mehmet Alî Koçak, 50 roj in,
Li Ingilîstanê paytext London jî Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz 27 roj in, di greva birçîbûnê de ne.
Li Başûrê Kurdistanê jî,
Li Mexmûrê Fadile Tok jî 80 roj in,
Li herêma Germiyan Kelarê Herêm Mehmûd 45, Endama Meclîsa Tevgera Azadî, li Germiyanê Gulebax Celal jî, 24 roj in.
Parlementera HDP’ê Dersim Dag û 5 endamên HDP’ê, li Amedê 37, Parlementerên HDP’ê Tayip Temel, Murat Sarisaç û 2 endamên HDP’ê, li Amedê, 33 roj in, de greva birçîbûna bê dem û bê dorveger de ne.
Berxwedana greva birçîbûna bêdem û bi dorveger Li Başûrê Kurdistan û Ewropa jî dewam dike.
Li Hewlêrê 140, Li Silêmaniyê 117, li Mexmurê 115, li Şingalê 93…
Li Fransa, bajarê Strasbourgê, li ber Konseya Ewrupa û CPT’yê, 44 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Berxwedana girseyî li Strasbourgê, li ber Parlamena Ewropa, di roja 12mîn de dewam dike.