Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, di roja 154mîn de e dewam dike.

Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê jî Nasir Yagiz, 141 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Li 67 zindanên dewleta Tirk jî 335 girtiyên azadiyê: 116 roj in di berxwedana greva birçîbûnê de ne.

Girtiyên ji doza PKKê û PAJKê jî, ji 1’ê Adarê ve, 41 roj in, li tevahiya girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, di greva birçîbûnê de ne.

Li bajarê Fransa Strasbourgê, berxwedana greva birçîbûna 14 çalakgeran, di roja 115an de, li Brîtanya bajarê Newportê, Îmam Şîş jî, di roja 115an de dewam dike.

Piştî, ji zîndanê derketin Semra Akan 95 roj, Gurbet Ektîren 86 roj, Sedat Akin 83 roj, Ferdî Karabay û Îhsan Sînmîş 41 roj in berxwedana greva birçîbûnê li mala xwe didomînin.

Hevseroka DBP Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP Selma Irmak, li Girtîgeha Kandira 86 roj in, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Tevahiya berxwedêran dibêjin, heya ku tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Kurdistaniyên li Ewropa jî berxwedana grevên birçîbûnê bi biryardariyek mezin dewam dikin.

Li Kanada bajarê Toronto Yusuf Iba, li Almanya bajarê Duisburgê jî Mûstafa Tuzak 89,
Li bajarê Hollanda Den Haagê Huseyin Yildiz 83, Hasbî Çakici jî 82,
Li bajarên Almanya Nûrbergê Şiyar Xelîl 76, li Kasselê jî Omer Bağdur û Cemal Kobanê 82, li Kolnê Ozkan Ozdemîr, 11 roj in
Li paytexta Avûstûrya Vienê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît 69, li Swisre, Cinevê Mehmet Alî Koçak, 51 roj in,
Li Ingilîstanê paytext London jî Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz 28 roj in, di greva birçîbûnê de ne.

Li Başûrê Kurdistanê jî,
Li Mexmûrê Fadile Tok jî 81 roj in,
Li herêma Germiyan Kelarê Herêm Mehmûd 46 roj in,
Parlementera HDP’ê Dersim Dag û 5 endamên HDP’ê, li Amedê 38, Parlementerên HDP’ê Tayip Temel, Murat Sarisaç û 2 endamên HDP’ê, li Amedê, 34 roj in, de greva birçîbûna bê dem û bê dorveger de ne.

Berxwedana greva birçîbûna bêdem û bi dorveger Li Başûrê Kurdistan û Ewropa jî dewam dike.

Li Hewlêrê 141, Li Silêmaniyê 118, li Mexmurê 116, li Şingalê 94…
Li Fransa, bajarê Strasbourgê, li ber Konseya Ewrupa û CPT’yê, 45 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Berxwedana girseyî li Strasbourgê, li ber Parlamena Ewropa, di roja 13mîn de dewam dike.