Berxwedana dîrokî ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li welat û derveyî welat, bi biryardarî dewam dike.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven di roja 168mîn de, li Başûrê Kurdistan Hewlêrê jî, berxwedana Nasir Yagiz , di roja 154mîn de berdewam dike.

Li 87 zindanên dewleta Tirk, 335 dîlên ji doza PKK û PAJKê, 129 roj in, zêdetirî 7 hezar dîlên azadiyê jî, ji 1’ê Adarê ve, 54 roj in,
Li bajarê Fransa Strasbourgê, berxwedana 14 berxwedêran 129 roj in,
Li Brîtanya bajarê Newportê, Îmam Şîş jî, 129 roj in, di greva birçîbûnê de ne.

Hevseroka DBP Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP Selma Irmak, 97 roj in,
Piştî, ji zîndanê derketin Mahsum Şen 110 roj in, Semra Akan 108 roj, Gurbet Ektîren 100 roj, Sedat Akin 97 roj, Ferdî Karabay û Îhsan Sînmîş 55 roj û Salih Tekin û Sevîcan Yaşar jî 52 roj in, Muart Aksin jî 41 roj in, greva birçîbûnê li mala xwe didomînin.

Tevahiya berxwedêran bi zimanekî hevbeş dibêjin, heya tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Kurdistaniyên li Ewropa jî berxwedana grevên birçîbûnê bi biryardariyek mezin didomînin.

Li Kanada bajarê Toronto Yusuf Iba 102,
Li bajarê Hollanda Den Haagê Huseyin Yildiz 96, Hasbî Çakici jî 95,
Li Almanya paytext Berlînê, Mele Mustafa Tuzak 102 roj, Şiyar Xelîl 89, Omer Bağdur û Cemal Kobanê 95, Ozkan Ozdemîr, 24 roj in
Li paytexta Avûstûrya Vienê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît 82, li Swisre, Cinevê Mehmet Alî Koçak, 64 roj in,
Li Ingilîstanê paytext Londonê Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz 41 roj in,
Li Italya paytext Roma, Erol Aydemîr, 33 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Li Başûrê Kurdistanê; li Mexmûrê Fadile Tok jî 94 roj,
Li herêma Germiyan Kelarê Herêm Mehmûd 59 roj, endama tevgera Azadî Gulebax Celal jî 38 roj,
Parlementera HDP’ê Dersim Dag 51, Parlementerên HDP’ê Tayip Temel, Murat Sarisaç jî 47 roj in, de greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.

Berxwedana greva birçîbûna bêdem û bi dorveger Li Başûrê Kurdistan û Ewropa jî dewam dike.

Li Hewlêrê 154, Li Silêmaniyê 131, li Mexmurê 129,
Li Fransa, bajarê Strasbourgê, li ber Konseya Ewrupa û CPTê, 57 roj in grevên birçîbûnê berdewam dikin.

Berxwedana girseyî li Strasbourgê, li ber Parlamena Ewropa, di roja 29emîn de dewam dike.