&- Berxwedana dîrokî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li welat û derveyî welat, bi biryardarî dewam dike.
Berxwedana Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven di roja 166mîn de, li Başûrê Kurdistan Hewlêrê jî, berxwedana Nasir Yagiz , di roja 152mîn de berdewam dike.
Li 87 zindanên dewleta Tirk, 335 dîlên ji doza PKK û PAJKê, 127 roj in, zêdetirî 7 hezar dîlên azadiyê jî, ji 1’ê Adarê ve, 52 roj in,
Li bajarê Fransa Strasbourgê, berxwedana 14 berxwedêran 127 roj in,
Li Brîtanya bajarê Newportê, Îmam Şîş jî, 127 roj in, di greva birçîbûnê de ne.
Hevseroka DBP Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP Selma Irmak, 95 roj in,
Piştî, ji zîndanê derketin Semra Akan 106 roj, Gurbet Ektîren 98 roj, Sedat Akin 95 roj, Ferdî Karabay û Îhsan Sînmîş 53 roj û Salih Tekin û Sevîcan Yaşar jî 50 roj in, Mahsum Şen 108 roj in, Muart Aksin jî 39 roj in, greva birçîbûnê li mala xwe didomînin.
Tevahiya berxwedêran bi zimanekî hevbeş dibêjin, heya tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.
&- Kurdistaniyên li Ewropa jî berxwedana grevên birçîbûnê bi biryardariyek mezin didomînin.
Li Kanada bajarê Toronto Yusuf Iba 100,
Li bajarê Hollanda Den Haagê Huseyin Yildiz 94, Hasbî Çakici jî 93,
Li Almanya paytext Berlînê, Mele Mustafa Tuzak 100 roj, Şiyar Xelîl 87, Omer Bağdur û Cemal Kobanê 93, Ozkan Ozdemîr, 22 roj in
Li paytexta Avûstûrya Vienê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît 80, li Swisre, Cinevê Mehmet Alî Koçak, 62 roj in,
Li Ingilîstanê paytext Londonê Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz 39 roj in,
Li Italya paytext Roma, Erol Aydemîr, 31 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Li Başûrê Kurdistanê; li Mexmûrê Fadile Tok jî 92 roj,
Li herêma Germiyan Kelarê Herêm Mehmûd 57 roj, endama tevgera Azadî Gulebax Celal jî 36 roj,
Parlementera HDP’ê Dersim Dag 49, Parlementerên HDP’ê Tayip Temel, Murat Sarisaç jî 45 roj in, de greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.
Berxwedana greva birçîbûna bêdem û bi dorveger Li Başûrê Kurdistan û Ewropa jî dewam dike.
Li Hewlêrê 152, Li Silêmaniyê 129, li Mexmurê 127,
Li Fransa, bajarê Strasbourgê, li ber Konseya Ewrupa û CPTê, 55 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Berxwedana girseyî li Strasbourgê, li ber Parlamena Ewropa, di roja 28emîn de dewam dike.