19 şervanên YPG’ê ku heta wê rojê qet şer nekiribûn, li Girê Qestel Cindo yê Efrînê sê roj, sê şev tî, birçî bi cebilxaneyeke kêm li ber xwe dan û plana Tirkiyê ya ji bo fetisandina Şoreşa Rojava têk birin.
Fermandarê Girê Castel Cindo Karker Efrîn ji ANFÊ re axivî û got; 11 komên çeteyên OSO, di 27ê Cotmeha 2012an de êrîşî girê Qestel Cindo kirin. Omer Dadîhî ku bi îstîbarata Tirk re têkildar bû û çeteya wî Asîfet Şîmal serkêşî ji êrîşan re dikirin.
Em 19 şervanên YPG’ê bûn, cebilxaneya me kêm bû. Me bi moral û motîvasyona dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ çeteyên OSO şikandin. Roja 2mîn, çete bi wesaitan hatin, dinavbera me û çeteyan de, 200 metre mabûn. 2 roketên me avêtin ne teqiyan, Hevalan bi keleşînkofê li çeteyan xistin û paş de revandin.
Fermandar Karker Efrîn got; Atmosfereke cuda hebû. Di nava hevaln de tenê ew xwedî tecrûbe bûm. Min ji bo moralê bidim hin dirûşme berz kirin. Hevalam bi coşeke mezin dirûşm diqîriyan. Diruşmeyên me, bandorek mezin li çeteyan dikir, ditirsiyan û newêrabin bi ser me de werin.
Ji hevalên me, Heval Zekeriya heta wê rojê ne keribû şer, Lêpiştî şer destpê kir mîna fermandarekî şareza dest bi şer kir. Zewicî û 2 zarokên wî hebûn. Di şerê Qestel Cindo de bi roleke ciddî rabû. Piştre, li Helebê şehîd bû.
Fermandar Karker Efrîn herî dawî got; Çeteyan 27 caran êrîş kirin, lê çepereke me bi tenê jî neket. Her cara ku êrîş dikirin, me li wan dixist û ew paş de direviyan. Piştre heval Ruksen Efrîn û hin hevalên din hatin. Me dest bi şerê Gerilla kir. Gelek caran dinavbera me û çeteyan de 20 metre diman, lê dema dengê me dikirin direviyan. Lê tevahiya rojê de, gelek windahî dan.
Piştî berxwedana me çete bela bûn û bi hev ketin.