Berdevka SKM’ê Denîz Aktaş diyar kir ku sîstema hevserokatiyê siyaseta serdest a mêr têk biriye û destnîşan kir, jin wê dest ji têkoşînê bernedin.

Berdevka Meclîsên Jinan ên Sosyalîst (SKM) Denîz Aktaş têkildarî êrişên bi rêk û pêk ên desthilatdariyê yên li dijî saziyên jinan ji ANF’ê re axivî û diyar kir, AKP ji dema ku bûye desthialtdar û vir ve polîtîkayeke ku dijminatiyê li jinan dike, dimeşîne.

Denîz Aktaş ragihand ku HDP li dijî vê siyaseta bi serweriya mêr, siyaseteke azadîparêziya jinê afirandiye û got, “Jinan bi sîstema hevserokatiyê re cihê xwe di navenda siyasetê de girtin. Li dijî hewldanên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya ji bo afirandina jina maqûl, têkoşîna azadiya jinê gihand meclîsê. Gotin û dengê jinan gihandin meclîsê. Siyaseta bi serweriya mêr têk bir.”

Aktaş destnîşan kir ku li gel zext û qedexeyan jin wê cihê xwe di nava siyasetê de bigirin û got, “Saziyên jinan ên ji aliyê şaredariyan ve hatin vekirin bi destê qeyûman hatin girtin. Tevî vê yekê jî jin li mala xwe venegeriyan, komele ava kirin û têkoşîna xwe ya li nava siyasetê dewam kirin.”

Denîz Aktaş bal kişand ser sê operasyonên berfireh ên du mehên dawî li dijî jinan hatin kirin û got, “Ev operasyon nîşan dide ku ji jinan ditirsin. Mafdar in ku ji me bitirsin, ji ber ku heta jin hebin wê têkoşîn neqede, wê têkoşîna ku jin di nav de ne jî têk neçe. Heta ku sîstema bi serweriya mêr bê hilweşandin, li malan, li kolanan, kargehan, li qadan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

ÊRIŞ LI DIJÎ SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ TÊ KIRIN

Denîz Aktaş diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ku li dijî bindestan dest bi şerê topyekûn kiriye, her wiha çav berdaye destketiyên jinan û got, “Bêyî li ber xwe bikevin hewl didin qanûna destavêtina li zarokan bixin meriyetê. Bi polîtîkayên qeyûm dixwaze ku sîstema hevserokatiyê têk bibin, ku hevserokatiyê siyaseta mêr ji hev xist. Hewl didin wekîlên jin ên bi nêrîna azadîparêziya jinê siyasetê dikin û têkoşîna jinê gihandine meclîsê bigirin û bi vî rengî mafên siyasetê ji destê wan bigirin.

Gulistan Dokû 196 roj in nayê dîtin. Ti ji gumanbaran nayê destgîrkirin. Di doza Nûrcan Aslan de cezayê ku li kujer hatiye birîn tê xerakirin. Jin li stargehên jinan tên kuştin. Jin li pêşiya qereqolê tên kuştin. Şerê mêtingeriyê li ser bedena jinê tê meşandin. Destavêtin û destdirêjiya li Şirnexê, li Êlihê, nîşan dide ku ev bûyer bi destê dewletê tê teşwîqkirin. Nîşanî me dide ku li her devera rêxistiniya jinê nîne wê êrişên mêr zêde bibin.”

‘EM Ê XWEPARASTINÊ MEZIN BIKIN’

Berdevka SKM’ê Denîz Aktaş destnîşan kir ku ji bilî rêxistiniyê rêyeke din li pêşiya wan nîne û got, “Liv û tevgera jinê liv û tevgera civakê ye. Berxwedana jinên HDP’î serhildana li djî van êrişan hemûyan e. Li atmosfereke ku ewqas êriş li dijî jinan tê kirin, her gavek girîng e. Berxwedana jinên HDP’î rabûna li ber êrişan e. Jin dînamîka herî girîng a vê civakê ne.

Serweriya mêr bi leşker, polîs, medya, sîstema xwe ya hiqûqê herî zêde polîtîkaya dijminatiyê li dijî jinên rêxistinbûyî dimeşîne. Li dijî van êrişên rêxistinbûyî tenê bi têkoşîneke jinan a rêxistinbûyî em dikarin li ber xwe bidin.”

Denîz Aktaş di dawiya axaftina xwe de got, “Em ê bi mezinkirina rêxistinbûna xwe, bi xurtkirina xweparastina xwe bersivê bidin van êrişên li dijî maf û jiyana me tên kirin.”