Koçak ê li dijî tecrîdê di berxwedana greva birçîbûnê de, cejna gelê Kurd û hevrêyên xwe yên di grevê de pîroz kir û got, “Em ê bibin şopdarê mîrasa hevrê Zulkuf ji me re hiştî û armancên wî pêk bînin.”

Mehmet Ali Koçak, bi armanca piştgirîdayîna berxwedanên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guvenê destpê kirî, 20’ê Sibatê ketibû greva birçîbûnê. Berxwedana Koçak di roja 31’ê de bi biryardarî didome. 

Mehmet Ali Koçak, hinek rojan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê, carnan jî li avahiya Navenda Civaka Kurd çalakiya xwe didomîne. Serokê Partiya Karkeran a Siwîsreyê a seksiyona Cenevreyê Eniline Alexander çû serdana Koçak. Koçak di derbarê berxwedana xwe de Alexander agahdar kir. Alexander, piştgiriya xwe ya ji bo berxwedêran eşkere kir û got ku wê daxwazên berxwedêran ji cihên pêwîst re ragihîne. 

Koçak di derbarê berxwedanê de pirsên ANF’ê bersivandin:

‘MEŞALEYA MAZLUM JI ME RE HIŞTÎ NIHA LEYLA RADIKE’

Koçak, cejna gelê Kurd û ya hevrêyên xwe yên berxwedêr pîroz kir û got, “Peydera meşaleya Kawa, Mazlum Dogan pê xisttî û berxwedana wan îro hevrê Leyla Guven û Zulkuf Gezen hildigirin. Em jî bûne çirûskên agirê Leylayê ji Mazlum dewr girtî. Em ê bi berxwedanê vî agirî bilindtir bikin.” 

‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ MÎRASA HEVRÊ ZULKUF’

Koçak diyar kir ku divê çalakiya Zulkuf Gezen çalakiyeke watedare û divê baş bê fêmkirin û wiha domand, “Ez hevrê Zulkuf bi rêzdarî û minet bibîr tînim, ji malbata wî re sersaxiyê dixwazim. Hevrê Zulkur şehîdê hemû Kurdisatanê ye. Em ê bibin şopdarê mîrasa wî ji me re hiştî û armancên wî pêk bînin.”

‘NEWROZ JI BO ME BÛ NORALEKE MEZIN’

Koçak diyar kir ku pîrozbahiyên Newrozê yên çar parçe Kurdisatanê moralekî mezin daye wan û got, “Giyana berxwedanê ya li Amedê , li Serhedê hatî raberkirin nîşan didin ku gelê me ti carî serî li ber faşîzm û zilmê natewîne. Em bawer in ku bi vê morala me ji gelê xwe girtî, em ê tecrîdê bişkînin.”

‘SERKEFTIN YA ME Û GELÊ ME YE’

Koçak da zanîn ku berxwedana wî mehek li pey xwe hiştiye û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Me soz da gelê xwe. Em bi hêza ji gel û Rêbertiya xwe digirin li ber xwe didin. Ez careke din soza dayî dubare dikim; heta şkandina tecrîdê em ê berxwedana xwe bidomînin. Em bawer in ku em ê faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişkînin. Serkeftin a me û ya gelê me ye!”