AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 117’emîn de ye. Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 79’an de berdewam dike. Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 117’emîn de berdewam dike. Guven, dema di 8’ê Mijdara 2018’an de bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişîna li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bû ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe, ew ê dest ji çalakiya xwe bernede. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir, rayedarên dewletê di 12’ê Çile de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û hevdîtinek kurt hat kirin. Guven, ev polîtîkayên hikûmet û dewletê yên li dijî Ocalan rexne kir û der barê hevdîtina hat kirin de diyar kir ku bi dîtina 15 deqîqeyan tecrîd naşike û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê Çile de Guven hat berdan û li mala xwe ya li Amedê çalakiya xwe ya grevê birçîbûnê berdewam kir. Guven, piştî hat berdan jî da zanîn ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê, ew ê dest ji çalakiya xwe bernede û ev 117 rojin bi biryardarî û moralek mezin li ber xwe dide. ÇALAKIYA GIRTIYAN JÎ BERDEWAM DIKE Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê dest pê kir jî di roja 104’emîn de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 78’emîn de, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 79’emîn de berdewam dike. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehên herêm û Tirkiyeyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê girtî ne dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. DESTEKA JI BO GUVEN MEZIN DIBIN Li aliyê din serdanên ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re dewam dikin. Duh jî Hunermendên Kurd Kadîr Çat û endamê Koma Pel Îlyas Arzû, Guven li mala wê ziyaret kirin û destek dan Guven. Di dema serdanê de Kadîr Çat strana “Kemal Pîr Yoldaş” a li ser Zîndana Amedê hat nivîsandin ji Leyla Guven re got. Her wiha aktîvîstên TJA yên Êlihê û pêkhateyên HDK’ê ku ji Mêrsîn, Stenbol û Antalya hatin Amedê Guven ziyaret kirin. Parve bike:
Berxwedana Leyla Guven di roja 117’emîn de ye
