AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 122’emîn de ye. Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 84’an de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 109’an de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 83’emîn de berdewam dike. Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 122’emîn de didome. Guven, dema di 8’ê Mijdara 2018’an de bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişîna li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bû ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe, ew ê dest ji çalakiya xwe bernede. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir, rayedarên dewletê di 12’ê Çile de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û hevdîtinek kurt pêk anîn. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê Çile de Guven tahliye kirin. Guven li malê çalakiya xwe berdewam dike. Guven 123 rojin bi biryardarî û moralek mezin li ber xwe dide. GIRTÎ 82 ROJIN DI GREVÊ DE NE Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 109 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 83 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 84 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 9’an de berdewam dike. . Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Piştî 5 endamên HDP’ê ketin grevê û hatin binçavkirin, 5 rojan di bin çavan de çalakiya xwe berdewam kirin. 5 endamên HDP’ê piştî di 7’ê Adarê de hatin berdan ligel Parlamentera HDP’ê Dersim Dag li avahiya HDP’ê çalakiya xwe berdewam kirin. Şevê din 7 çalakgerên ligel 3 parlamenterên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Amedê di girevê de hatin binçavkirin û dîsa di bin çavan de çalakiya xwe berdewam dikin. SEDAT AKIN DI ROJA 53’AN DE LI MALÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM DIKE Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 53’emîn de berdewam dike. Parve bike:
Berxwedana Leyla Guven di roja 122’emîn de ye
