AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 127’emîn de ye. Çalakiya  girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 89’an de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 114’an de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 88’emîn de berdewam dike. Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 127’emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 114 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 88 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 89 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 14’an de berdewam dike.  Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. 7 çalakgerên hatin binçavkirin, çalaiya xwe di bin çavan de berdewam kirin û 4 ji wan hatin girtin 3 hatin berdan.  SEDAT AKIN DI ROJA 79’AN DE LI MALÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM DIKE Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 79’emîn de berdewam dike.  Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e Çile de dest bi gigrevê kir û di 8’e Adarê de hat berdan di roja 59’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.