AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 131’emîn didome. Çalakiya  girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 93’emîn de didome. Çalakiya Nasir Yagiz di roja 118’emîn de û ya 14 çalakgerên Strasbourgê jî di 92’emîn de didome. Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 58’an de didome.  Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 131’emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 118 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 92 roj, çalakiya koma ewil a girtiyan ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 93 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 18’emîn de didome.  Di 3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. 5 çalakger hatin girtin û 2 çalakger jî rastî cezayê hepsa malê hatin û li malê berdewam dikin.  SEDAT AKIN Û GURBET EKÎREN LI MALÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM DIKIN Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 71’emîn de berdewam dike.  Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15’e Çile de dest bi grevê kir û di 8’e Adarê de hat berdan di roja 63’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.  FADÎLE TOK LI MEXMÛRÊ 58 ROJIN DI GIREVÊ DE YE  Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 58’an de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 93’an de ye.     Parve bike: