Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro kete roja 69mîn.
Leyla Guven, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 7ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir.
Berxwedana Leyla Guven, di roja 68mîn de dewam dike û rewşa wê gelekî giran bûye.
Li Hewlêrê jî, Nasir Yagiz, 56 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.
Li Silêmaniyê 32, li Mexmurê 31 roj in, greva birçîbûnê dewam dike.
Çalakiya Îmam Şîş, li Brîtanya bajarê Newportê di roja 30mîn de dewam dike.
Li Strasbourgê, çalakiya greva birçîbûna 15 çalakgeran di roja 30mîn de berdevam dike.
Li zindanan jî, biqasî 700 girtî, li 120 zîndanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji wan jî 258 dîlên azadiyê di greva birçîbûna bê dem û bêdorveger de ne.
Greva birçîbûna 226 dîlên azadiyê 31 roj in dewam dike.