Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro kete roja 70mîn.

Leyla Guven, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 7ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir.

Berxwedana Leyla Guven, di roja 70mîn de dewam dike û rewşa wê gelekî giran bûye.

Li Hewlêrê jî, Nasir Yagiz, 57 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.

Çalakiya Îmam Şîş, li Brîtanya bajarê Newportê di roja 31mîn de dewam dike.

Li Strasbourgê, çalakiya greva birçîbûna 15 çalakgeran di roja 31mîn de berdevam dike.

Li Silêmaniyê 33, li Mexmurê 32 roj in, greva birçîbûnê dewam dike.

Li zindanan jî, biqasî 700 girtî, li 120 zîndanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji wan jî 264 dîlên azadiyê di greva birçîbûna bê dem û bêdorveger de ne.

Greva birçîbûna 264 dîlên azadiyê 32 roj in dewam dike, her roja diçe jî hejmara çalakgeran zêde dibe.