&- Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 77mîn.
Leyla Guven, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 7ê Mijdarê de, dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir.
Berxwedana Leyla Guven, di roja 77mîn de dewam dike û rewşa wê gelekî giran bûye.
Parêzeran bi Guven re hevdîtin kir û diyar kirin ku, germahiya laşê Guven zêde bûye, tansiyona wê kêm bûye, dilê wê dixele, hinavên wê têne guvaştin û bi zehmetî dikare xwe bilivîne.
Li Hewlêrê jî Nasir Yagiz, 64 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.
Îlhan Şîş, li Brîtanya bajarê Newportê, çalekiya greva birçîbûnê di roja 39mîn de didomîne.
Li Strasbourgê, çalakiya greva birçîbûna 14 çalakgeran, di roja 39mîn de dewam dike.
Li Silêmaniyê 41, li Mexmurê 39 roj, li Şingalê 18 roj in, greva birçîbûnê dewam dike.
Li zindanan jî, biqasî 700 girtî, li zîndanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji wan jî bi sedan dîlên azadiyê di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.
Greva birçîbûna bi sedan dîlên azadiyê 40 roj in dewam dike, her roja diçe hejmara çalakgeran zêde dibe.