Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 160 roj e bi çalakiya greva birçîbûnê li ber xwe dide.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Leyla Guven di roja 160’emîn de didome.
Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest pê kir, di roja 147’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê Îmam Şîş di roja 121’emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên Tirkiyê 122 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan di roja 47’emîn de didome.
Çalakiya parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag a di 3’yê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dest pê kir, didome.
Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 102 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 92, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 100 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 49 roj e di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
Yusuf Îba li Torontoyê 95 roj, Mele Mustafa Tuzak li Duisburgê jî 94 roj, Husên Yildiz 88 roj, Hasbî Çakici 87 roj e di greva birçîbûnê de ne. Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 87 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 83 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê 78 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li paytexta Awusturya Viyanayê 71 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber avahiya Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 60 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Îngilistanê Londonê 31 roj e di greva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 52 roj, Gulebax Celal 31 roj e di greva birçîbûnê de ne.
Li dijî tecrîdê çalakiyên fedayî kirin
Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltuyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.