Kurdistaniyên li Strasbourgê tevlî greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger bûn, êvarê li bajarê Lahr ê Elmanyayê beşdarî panelekê bûn.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger a li ber Parlamenta Ewropayê ya li Strasbourgê, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, 3 roj li pey xwe hişt.
Kurdistaniyên ku di nava rojê de li ber avahiya Parlamenta Ewropayê çalakî kirin, êvarê jî beşdarî civîna bîranîna endamê rêveberiya MLKP’ê Bayram Namaz (Serhat Baran) ê li Rojava ji ber sûîqesteke dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan, bûn. Piştre jî panelek hate lidarxistin. Bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Salih li panelê axivî.
Mele Salih diyar kir, senteza Tirk-Îslamê ya hikumeta li Tirkiyeyê di serî de Kurdistan tevahiya Rojhilata Navîn kiriye gola xwînê. Salih got, “Kes ji kesî ne mezintir e. Kurd û gelê Kurdistanê her tim ji Îslamê, ji sosyalîzmê, ji demokrasiyê bêpar hatine hiştin. Berxwedana li dijî zilmê emrê Xwedê ye, di heman demê de têkoşîna nefsê ye. Berxwedana Kurdan ji Şêx Seîd heta Seyîd Riza û Leyla Guven her tim ji bo aştiyê bû.”
Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr piştre axivî û panel bi stranên ciwanan bi dawî bû.








