Çalakiyên, li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, ji aliyê faşîzma AKP/MHPê ve li gelek bajaran dewam dikin.
Li Stembolê, Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê di roja 4’an de çalakiya xwe ya nobetê li Qada Şîşhane ya li Beyoglu domandin.
Serokê Giştî yê Sendîkaya BES, Ozer Avanaş axivî û got:
Eger hilbijartin û demokrasî hebe, destwerdana ji derve nayê qebûlkirin.
Ji ber vê yekê wê berxwedana me bidome.
Hevserokê DEM Partî ya Sancaktepe Çetîn Yildiz jî axivî û got:
Qeyûm vîn, ziman û ekolojiya Kurdan talan dike.
Lê Kurd û û eniya demokratîk tu caran serê xwe netewandin.
Li Edenê, DEM Partî, ligel partiyên siyasî û rêxistinên civakî çalakiya nobetê didomînin.
Li Wanê, Parlementerên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz û Mahmut Dîndar û endamên partiyê li Bazara Mezin ya Rûs, Kolana Cumhuriyet û Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armuşê serdana esnafan kirin û banga tevlîbûna mitînga Colemêrgê kirin.
Li navçeyên Ebex û Bêgirî yên Wanê jî, civînên gel hatin kirin û banga tevlîbûna mitîngê hat kirin.
Li agirî jî, Çalakiya nobetê li pêşiya şaredariya Agiriyê, di roja 8’an de dewam kir.
Li Izmîrê,Nobeta Edaletê li pêşiya Sumerbankê, di roja 6’an de dewam kir.
Şaredarê Rîze yê Findikliyê yê CHP’ê Ercumet Şahîn Çervatoglu piştgirî da çalakiyê û destnîşan kir ku tayîn kirina qeyûman bêhiqûqiyê û got:
“Em vê qebûl nakin.”
Ji ÎHDê, Zager Încîn jî axivî û got:
Eger em îro xwedî li gelê Colemêrgê dernekevin, wê sibê hemû welat bi heman pirsgirêkan re rû bi rû bimîne.”
Li Şirnexê jî, Çalakiya nobetê ya li ber şaredariya Silopiya di roja 8’an de dewam kir.
Li Cizîrê jî, bi tevlîbûna Parlementerê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez li Kolana Cudî belavok hatin belavkirin.