Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 104’mîn.
Leyla Guven, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 8ê Mijdarê de, dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir.
Berxwedana dîrokî ya Leyla Guven, di roja 104’mîn de dewam dike û rewşa Gûven girantir bûye
Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê jî Nasir Yagiz, 91 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.
Li Strasbourgê, çalakiya greva birçîbûna 14 çalakgeran, di roja 65’mîn de dewam dike.
Îlhan Şîş, li Brîtanya bajarê Newportê, çalekiya greva birçîbûnê, di roja 65’mîn de didomîne.
Rewşa tevahiya berxwedêran gelekî giran bûye û gelek kîlo dane.
Li Silêmaniyê 67, li Mexmurê 66 roj, li Şingalê 44 roj in, grevên birçîbûnê dewam dikin.
Li zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî, biqasî 700 girtîyên azadîyê di çalakiya greva birçîbûna û bi dorveger de ne. Ji wan jî bi sedan dîlên azadiyê, di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.
Greva birçîbûna bi sedan dîlên azadiyê 66 roj in dewam dike, û rewşa berxwedêran giran bûye û gelek kîlo dane.
Hevaseroka DBP Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP Selma Irmak jî, 36 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.
Yusuf Iba, li Kanada bajarê Toronto 38 roj in,
Mustafa Tuzak, li Elmanya bajarê Duisburg 38 roj in,
Huseyin Yildiz 32 roj in, Hasbî Çakici li bajarê Hollanda Den Hagê 31 roj
Fadile Tok li Başûrê Kurdistan Mexmurê 31,
Şiyar Xelîl li bajarê Almanya Nûrbergê 25,
Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît li paytexta Avûstûrya Vienê 18 roj in,
Ömer Bağdur û Cemal Kobanê ji bajarê Almanya Kasselê 16 roj in,
Mehmet Şerîf Narman jî, li Elmanya Gîessenê 13 roj in, di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.