Xelkê Şengalê 22 roj in li pêşiya Asayîşa Êzidxanê nobedê digire û xwedî li destketiyên xwe derdikeve.

Berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê dewam dike. Konê berxwedanê yê ku bi vê çarçoveyê li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê hatiye vedan 22 roj in dewam dike.

Bi dirûşma “Em hemû Asayîş in” şêniyên Şengalê ji gund, bajarok û navçeyên herêmê serdana konê berxwedanê dikin.