Berxwedêrên li Viyanayê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne gotin, “Heta ku encamê jê werbigirin em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Berxwedêr Şiyar Agaoglû û Sûltan Yîgît ku nêzî 50 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, êşa serî, hesasiyeta li pêşberî ronahiyê û êşa mîdeyê li wan rû dane.
Her du berxwedêr der barê çalakiya xwe de ji ANF’ê re axivîn.
‘ÇALAKIYA ZULKUF GEZEN RABÛNA LI BER BÊDENGIYÊ YE’
Şiyar Agaoglû di destpêkê de Zulkuf Gezen ê çalakiya fedayî kir bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Çalakiya hevalê me di heman demê de mesajek e ji bo gelê me û hevalên li ber xwe didin hemûyan. Mesaja wî û ya Mazlûm Dogan weke hev e. Rewşa niha dewama polîtîkayên serdema 12’ê Îlonê ye. Çawa ku wê demê mirov bi rengekî nediyar dihatin kuştin, niha jî dewlet bi rengekî vekirî wê dike. Çalakiya hevalê Zulkuf rabûna li ber bêdengiyê ye.”
Agaoglû anî ziman, gel xwedî li şehîdê xwe derket, rabû serhildanê û diyar kir, dewlet ditirse ku ev yek mezintir bibe.
‘HETA KU ENCAMÊ JÊ WERBIGIRIN EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN’
Agaoglû destnîşan kir ku li gel pirsgirêkên tenduristiyê jî wê dest ji çalakiya xwe bernedin û got, “Heta ku bi ser bikevin em ê çalakiya xwe bidomînin. Doktor bi rengekî rêk û pêk tenduristiya me kontrol dikin. Her hefte hem hevalekî mêr, hem jî hevaleke jin kontrola me dikin.”
Sûltan Yîgît jî berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û got, “Em weke roja destpêkê di çalakiya xwe de bi biryar in, em ê heta dawiyê bidomînin. Çalakiya hevalê Zulkuf gelekî bi wate ye. Hem dîrokî ye hem jî pêvajo nirxand û li ser vê bingehê çalakiya fedayî kir. Çalakî tê wateya rabûna li ber tecrîd û qirkirina Kurdan. Divê em hîn bi xurtî xwedî li çalakiya heval derkevin û xwedî li xewn û xeyalên wî derkevin.”
Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê Osman Ayaz jî qala karên xwe yên li nava raya giştî ya Awûstûryayê kir.
Ayaz diyar kir, çapemeniya Awûstûryayê li pêşberî greva birçîbûnê bi xemsarî tevdigere û anî ziman ev rewşa wan nêzîkatiya wan a li Kurdan û pirsgirêka Kurd nîşan dide.