Partiyên sosyalîst destek dan grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û diyar kirin, rola vê çalakiyê li ser têkoşîna civakî bûye hêvî.

Partiyên sosyalîst destekê didin grevên birçîbûnê yên li hundir û derveyî welat li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên.

KÊFÎ YE Û NEHIQÛQÎ YE

Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkan diyar kir, li rejîmên siyasî yên bi rêveberiya şexsekî, hiqûq jî qanûn jî bi fermana yek şexsî bi rê ve diçin û got, “Kêfiyet û nehiqûqî aliyê herî berbiçav ê vê sîstemê ye.” Selma Gurkan anî ziman, daxwazên ku bûne sedema destpêkirina greva birçîbûnê ya Leyla Guven, rastiya antî demokratîk a rejîma siyasî ya li welêt radixin pêş çavan.

DIVÊ HIKUMET TAVILÊ GAVÊ BIAVÊJE

Selma Gurkan bi bîr xist, li gorî qanûnên heyî jî divê ti girtî ya jî hikumxwar neyê tecrîdkirin û got, “Daxwazên Leyla Guven û girtiyên din ên siyasî yên dest bi greva birçîbûnê kirine, daxwazên mafdar in. Bi navê Partiya Kedê em dibêjin; ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê gav werin avêtin û têkoşîna demokrasiyê bê xurtkirin. Rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven her nebaş dibe, pêwîste hikumet gaveke lezgîn a ji bo bicihanîna daxwazên wê biavêje.”

PÊVAJO BI BIRYARDARIYA LEYLA GUVEN MEZIN DIBE

Serokwekîlê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu jî anî ziman, tecrîdkirina Ocalan ne tenê pêkanînek li Îmraliyê ye, divê di çarçoveya pirsgirêka Kurd de were nirxandin.  Tumuklu diyar kir, divê encamên girîng ji grevên birçîbûnê bê derxistin û got, “Axa bêkêr ji ser tevgerên civakî avêt.” Tumuklu ragihand, taktîkên ji bo têkbirina çalakiyê dihatin bikaranîn hatine pûçkirin û got, “Bi armanc û îradeya bi biryar a Leyla Guven re pêvajo mezin dibe.”

PÊWÎSTE HER KES DESTEKÊ BIDE

Hevseroka Partiya Jinûve Rizgarî ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce jî ragihand, li Tirkiyeyê faşîzm gav bi gav mezin dibe û got, “Bi dîtin ame, grevên birçîbûnê bûye amûrek ji bo pêşîgirtina li faşîzmê. Ev çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û li girtîgehan hemûyan û li derve deng veda, daxwaza demokratîkbûna Tirkiyeyê dike. Ji ber vê yekê divê piştgirî jê re bê dayin û her kes cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigire. Berxwedêrî û sekna bi serbilindî ya Leyla Guven ji bo me bû hêvî.”