Di Danûstndinên Sûrî-Sûrî de xalên ku beşdaran li ser li hev kirine hatin diyarkirin. Piştî dayîna semînera “Mekanîzmeya Yekitiya Opozisyona Sûriyeyê” ku ji aliyê Aldar Xelîl ve hate dayîn beşdaran xalên ku li ser li hev kirine eşkere kirin

Beşdaran xalkên ku di herdu rojên danûstandina de  li ser li hev kirine diyar kirin û teqez kirin  ku xala yekitiya opozisyona Sûriyê ji xalên girîng e ku pêwîste were nîqaşkirin, da ku aliyên opozisyona demokratîk a Sûriyê bighîne hev.

Ji xalên ku beşdaran li ser li hev kirine “Yekitiya xaka Sûriyê divê were mîsogerkirin û nabe ber berjewendiyên biyanî li ser berejewendiyên niştimanî Sûrî werin girtin. Her wiha  guhertina demografiya herêmê û koçberkirinê red dikin û daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî û avakirina sîstemeke demokratîk ne navendî dikin.”

Di nîqaşên beşdaran de banga xurtkirina xalên hevpar ên di navbera hêzên opozisyona demokratîk de dikin.

Beşdarên danûstandinan tekez kirin ku xaka Sûriyê ne milkê yek pêkhate an jî yek netewî ye û gotin: “Li ser xaka Sûriyê gelek şarestanî derketin, her desthilatdarek hewl dida nasnameya yên din tine bike, ev yek bû sedema ku tovê krîzê di civaka Sûriyê de berdewam bike.”

Beşdaran her wiha xalên ku li ser li hev nekirine diyar kirin, ji wan “Sîstem û şeklê hukm û mekanîzmeya nûnertiya opozisyona demokratîk di sazûmaniya yekbûyî de.”

Her wiha li hev kirin ku pêwîste çarçoveya danûstandinên Sûrî-Sûrî were berfirehkirin da ku hejmareke hê mezintir ji hêz û aliyên demokratîk di nav xwe de bigire û zemîna siyasî û civakî ji bo lidarxistina kongreya netewî were afirandin.