Meşa Dirêj a ku êdî her sal weke rêûresmekê di çarçoveya Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî tê li dar xistin, îsal bi şîara “Li ber Faşîzmê serî hilde, Rêber Apo azad bike” pêk tê. Meş wê 2´yê Îlonê li Dortmundê dest pê bike û 7´ê Îlonê jî wê li Dusseldorfê bi dawî bibe. Ji Komîteya Amadekar a meşê Andok Baz got, “Şert e ku Meşa Dirêj, weke qonaxa duyemîn a pêngava ‘Serî Hilde’ bê fêmkirin û bi xurtî ciwan beşdariyê lê bikin.”

Koordînasyona Ciwanên Azad, ji bo meşa dirêj a ku wê 6 rojan dewam bike daxuyanî da û banag beşdariyê li ciwanan kir. Endamê Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj Andok Baz got, amadekariyên meşê tên kirin, meş wê 2´yê Îlonê saet 09:00’an li Dortmundê li ber NCDK´yê dest pê bibe. Li gorî agahiyên Andok Baz, qonaxa yekê wê ji Dortmundê heta bajarê Bochumê be, roja duyem ciwan wê bimeşin Gelsenkirchenê, roja sisiyê ji wir berê xwe bidin, Essenê, roja çarê biçin Duisburgê, roja pêncan jî bigihîjin Dusseldorfê.

Çalakiyên çandî û yên perwerdeyê
Baz da zanîn ku tevahiya pêdiviyên meşvanan hatine tedarîkkirin yan jî plansaziya wan hatiye kirin. Andok Baz got, di dema meşê de wan gelek çalakiyên çandî û perwerdeyê jî amade kirine, û armanca xwe jî wiha rave dike: “Armanca me wê bibe ew ku em hemû ciwanên Kurd û înternasyonalîst ên ku wê beşdarî meşê bibin, bi çanda Kurd û paradîgmaya Rêber Apo re bînin cem hev. Di roja dawî ya Meşa Dirêj de li Dusseldorfê wê tevahiya rojê çalakiyên perwerdeyê hebin.”
Li ser maneya meşê û cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meşê de jî Andok Baz got, “Bi meşa dirêj her sal berxwedana li Kurdistanê tê silavkirin, hem jî daxwaza me ya azadiya fizîkî ya Rêber Apo em radigihînin raya giştî.”

´Em jiyana bê Ocalan qebûl nakin´
Andok Baz li dijî tecrîdê û ji bo girîngiya bi azadiya Ocalan didin jî wiha peyivî: „Hêzên li dijî tecrîdê bêdeng dimînin, beramberî komkujiyan jî bêdeng man. Îroj, êdî ew roj e ku em ji van hemûyan re bibêjin, êdî bes e û serî hildin. Em ê jiyaneke bê Rêber Apo, ku tê maneya teslîmiyeta topyekûn û qirrkirinê, ticarî qebûl nekin. Li ser vî esasî em bang li hemû ciwana dikin ku dibêjin, em Kurd in, em şoreşger in, sosyalîst in, bibêjin, ´Li ber Faşîzmê serî hilde, Rêber Apo azad bike´ û beşdarî çalakiya me bibin.