Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan tevlî bernama xwebûn a Jin tv bû û têkildarî sîstema KJK’ê axivî.

Besê Erzîncan balkişand ser rabirdûya sîstema KJK’ê û got; Ji dema damezrandina PKK’ê û vir ve, karên jinê têne meşandin. Sîstema me yekem car bi hevala Sakîne Cansiz destpêkir. Rêbertî jî, dîroka Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Mezopotamya û civakê nirxand, gihîşt wê encamê ku jin nebe têkoşîn bi ser nakeve. Ji bo azadî û demokrasiyê divê teqez jin tevlî têkoşînê bibin.

Erzincan kronolojiya gihiştina konaxa KJKe, di sala 1991an û got; Her qonax ji bo karên jinê gavek mezin bû. KJK li ser mîrateya 40 salî hate ava kirin. Paradîgma û felsefeyeke gelekî mezin ya vê sîstemê heye. Armanca me, birêxistinkirina jinan û avakirina jiyanek bi pêşengiya jinan e.

Rêbertî jî her tim xwest ku jin bibin xwedî îradeyeke serbixwe, fikir û hişmendiyeke serbixwe, jin karibin xwe bi rêxistin bikin. KJKe jî di wê wateyê de karûxebatan dimeşîne û dixwaze, enerjî, fikir û potansiyela jinê derxîne holê.

Besê Erzîncan diyar kir ku sîstema KJK’ê di nava sîstema konfederal de esasî ye û got; Di sîstema KJK’ê sîwana navendî ye, dibin vê sîwanê de PAJK heye, rêxistinên ciwanan hene, YJA Star heye. Em dikarin bêjin ku KJK mîna tevnekê ye û bi vî rengî kar dike.

Eger em li Rojhilata Navîn û cîhanê sîstemeke konfederal a jinê ya xwe dispêre demokrasî, azadî û ekolojiyê ava bikin, hingî em dikarin modernîteya demokratîk ava bikin.