Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan, di JIN TV de axivî û got; Dijmin li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê, êrîşên mezin dike. Bi taybetî ciwanan dike armanc. Lê ciwanên Kurd fikrê Rêber Apo nas kirine û li hemberî dijmin di asta herî dijwar de, têkoşînê dikin.

Besê Erzincan, di nava Gerîlade yên li cihên herî zehmet, bi fedakarî têkoşînê dikin ciwan in. Ciwan her dem bûne enerjî û hêza civakên xwe ne. Di pirsgirêka Kurd de jî, yên ku di destpêkê de serî hildan jî ciwan in.

Dijmin tu caran nexwestiye ciwanên Kurd bi îrade û azad tevgerê bikin û bi kiryarên qirêj, weke fûhûş û narkotîkê wan dike armanca. Dixwaze, ciwanan ji erka wan ya sereke, ji fikrê siyasî, welat, demokrasi û azadiyê dûr bike.

Rêber Apo, li hemberî her cûre êrîşên dijmin û bêhêvîtî û neçariyê, bi fikir û rêxistiniyê riya rizgariyê daye pêşiya ciwanan. Rêber Apo, rê nîşanî ciwanan daye û cowan weke enerjî û pêşengê civakê pênase kirine. Mirov dema hebûna xwe hîs dike bi coş tevlî nava jiyanê dibe. Tevgera Jina Kurd mînaka vê rastiyê ye.

Divê em zanibin ku dijmin li Kurdistanê şerekî taybet dimeşîne û got;

Eger bi rengekî rêxistinî tevgera bê kirin, ciwan, keç û xort wê bikaribin xwe biparêzin. Divê ciwan xwe li ser bingeha fikrê demokrasî û azadiyê bi rêxistinî bikin û tevlî nava jiyanê bibin, pêşengiyê ji civakê re bikin.

Divê ciwan polîtîk bin. Ciwanên ku fikrê azadiyê, fikrê Rêber Apo nas kirine, tevgera jinê û şehîd nas kirine, gavên xurt diavêjin. Dijmin çi dike bila bike, wê nikaribe bi ciwanan gavê paşde bide avêtin.