Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê şehadeta Mam Zekî Şengalî de nirxandinên balkêş kirin. Besê Hozat da zanîn ku di maşîneya Mam Zekî Şengalî de CPS hatiye bicîh kirin Û ev CPS jî ji aliyê xayîn û nokeran ve hatiye danîn.
Hevseroka KCK rola Iraq, PDK û Emerîkayê ya di vê êrişê de jî destnîşan kir…

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameya Ulkeden a Medya Haber de derbarê şehîdxistina Mam Zekî Şengalî de nirxandinên balkêş kirin. Hozat destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker dixwaze dewleta Iraqê jî beşdarî şerê qirkirina gelê Kurd û bi taybetî gelê Êzidî bike.
Hozat got, em baş dizanin ku di hevdîtinên di navbera dewleta tirk û dewleta Iraqê de çi hatine nîqaş kirin.

Besê Hozat destnîşan kir ku lê ew bawer nakin dewleta Iraqê beşdarî vê pîlana qirkirinê ya dewleta tirk bibe. Ji ber ku di rewşa heyî de tu feydeya dewleta Iraqê ya di qirkirina gelê Êzidî de nîne.

Besê Hozat da zanîn ku dewleta tirk qutkirina avê û lewaziya aborî ya Iraqê weke şantajakê bikar tîne. Di encama vê şantajê de dixwaze hin tawîzan bigre. Dewleta Iraqê jî di encama van şantajan de rêya hewayî ya xwe ji dewleta tirk re vekir. Ji ber vê yekê dewleta Iraqê jî dibe perçeyekî vê êrîşê.

Besê Hozat diyar kir ku divê dewleta Iraqê gelo bi rengekî şênber di qetlkirina Mam Zekî Şengalî de rolek xwe heye yan na, daxuyaniyên têrker bide. destnîşan kir ku ev yek ji bo PDK’ê jî derbas dare.

Herwiha Besê Hozat di axaftina xwe de bal kişand ser rola Emerîka ya di êrîşa li ser Şengalê û nirxandinên balkêş kirin. Hozat diyar kir ku ger Emerîka nexwaze rêya hewayî ya Iraqê dikare ji bo tu hêzekî veneke.

Hozat da zanîn ku ew balafirên bê mirov ên li Iraqê tên bikaranîn , aîdê Emerîkayê ne. Balafirên ku dewleta tirk çêkirine nînin. Herwiha got, di wesayîta Zekî Şengalî de GPS hatiye bicîh kirin. Ev GPS jî ji aliyê xayîn û nokeran hatiye bicîh kirin. Ji bo hin pereyan bi rengekî altaxî û ketî bi vê xiyanetê rabûn. Ji bo pênc quruşan di wesayîta hevrê Zekî Şengalî de GPS bicîh kirin. Bi balafirên Emerîkayê yên bê mirov cîhê hevrê Zekî hat tespît kirin û hevalê me hat qetlkirin.

Besê Hozat herwiha destnîşan kir ku ji aliyê hêzên girêdayî Qasim Şeşo û Heyder Şeşo ji bo êrîşeke bi vî rengî demeke zemîn tê ava kirin û bang tên kirin. Ev êrîş pîlaneke qirkirinê ya gelê Êzidî û ji bo tunekirina îradeya xelkê Êzidî ye.
Lê ev pîlan wê ji aliyê gelê Êzidî ve bê vala derxistin û gelê Êzidî wê xwedî li bîranîna hevrê Zekî derkevin.