Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernamya Medaya Haberê de bi berfirehê behsa berxwedana gerîla kir û got:

Li dijî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk, Gerîlayên azadiyê têkoşîneke bê eman didin.

Besê Hozat da zanîn Medya AKP-MHP’ê timî rastiya berovajî dike û wiha dewam kir.

Rastiya şerê heyî rast nayê fêmkirin. Êrişên li Metîna, Rojavayê Zapê giran in. Bi piranî çekên kîmyewî tê bikaranîn. Her cûre çekên qedexekirî li hemberî hevalan têne bikaranîn. Ev çek hemû qedexekirî ne, sûcê şer tê kirin.

Dewleta Tirk her roj, her deqe, her saetê bê perwa sûcê şer dike, bombardimanek giran dike. Bi balafirên şer, bi tankan timî Herêmên Parastina Medyê bombe dike.

Şer niha bi giranî li Rojavayê Zapê û Metîna diqewime. Li Metîna jî, PDK’ê rê daye dewleta Tirk. Metîna û Zap bi temamî pêşkêşî dewleta Tirk kiriye. Bi her awayî îstîxbarat û piştgiriya lojîstîk dide. Ji bo bi pêş ve biçe derfetan pêşkêş dike, rê paqij dike, dide pêşiya dagirkeran.

Besê Hozat destnîşan kir ku, dewleta Tirk li Metînayê parçe parçe, gav bi gav bi baş de diçe û wiha got.

Heval li hemberî vê yekê di asteke ciddî de li ber xwe didin. Li Metînayê gelek leşkerên kuştî hene. Li Zapê jî rewş bi heman rengî ye. Li ser şikeftan çekên qedexekirî têne bikaranîn. Li Qendîlê, Xakurkê, Behdînanê her roj balafirên şer êrişên giran pêktînin. Em berxwedana destanî û dîrokî ya hevalan silav dikin.