Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, bertek nîşanî serdegirtina mala Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku girtî ye da û wiha got: “Serdegirtina mala Guven û şikandina deriyê wê rewşek pir xeternak e. Her kêliyek ku Leyla Guven li girtîgehê derbas dike li dijî hiqûqê ye. Divê bi lez bê berdan.
Polîsan, di 9’ê cotmehê de di operasyona 9 bajaran a navenda wê Amed de bi ser malan de girt. Di vê operasyonê de polîsan bi ser 183 malan de girt 141 kes binçav kirin. Polîsan avêt ser mala Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji 31’ê Çileyê ve di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye. Polîsan di operasyonê de bi ser mala Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a girtî tê darizandin de jî girtibûn û deriyê mala Guven şikandibûn. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, bertek nîşanî serdegirtina mala Leyla Guven da û wiha got: “Serdegirtina mala Guven û şikandina deriyê wê rewşek pir xeternak e. Her kêliyek ku Leyla Guven li girtîgehê derbas dike li dijî hiqûqê ye. Divê bi lez bê berdan. Li gorî zagonan lêgerîna mala wekîlan nabe. Li dervê lêpirsînê ye. Ger ku rayedarên dewletê rewşa wekîlan ji bîr bike ev rewşek pir xerab e. Tabloyek pir xerab e. Dadgeha bilind der barê Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enis Berberoglu de biryara berdanê da. Tevî ku dadgehê ceza lê birî jî hat berdan. Lê Leyla Guven hem wekîl e û hem jî hêj doza wê berdewam dike, lê mixabin girtî tê darizandin. Destnedayîna Leyla Guven heye. Divê hem neyê darizandin û hem jî bê berdan. Ji ber ku ceza li Guven nehatiye birîn divê Guven bê berdan. Girtina Leyla Guven li dijî Qanûna Bingehîn e. Her kêliya ku Leyla Guven girtî dimîne li dijî hiqûq û qanûnan e. Ji ber vê yekê divê bi lez bê berdan. Her ku Guven girtî dimîne bê hiqûqî zêde dibe.
Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber daxuyaniyê xwe yên der barê operasyona Efrînê de di 22’ê Çile de hat binçavkirin û 31’ê Çileyê de hat girtin. Guven hîn jî di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye. Piştî Parlementerê CHP’î Enîs Berberoglû di 20’ê Îlonê de hat berda, parêzera Guvenê Reyhan Yalçindag Baydemîr jî di 21’ê Îlonê de ji bo berdaba Guvenê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 9’an a Amedê da.
Di vê çarçoveyê de heta niha polîsan avêt ser 183 malan û zêdetirî 100 kes binçav kirin. Lê belê di vê lêpirsînê de de tiştekî ecêb qewimî. Polîsan avêt ser mala Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji 31’ê Çileyê ve di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye.