Beth Hartmann yek ji rêvebera pênagava “Ji Rêber Apo re Azadî ji doza kurd re çareserî” ya Skandînavyayê, derbarê rêveçûna pêngavê de axivî..
Beth Hartman da zanîn Norwêc ji bo piştevaniya Kurdistanê kar dike û wiha got.
Ji bo rewşa birêz Ocalan bêhtir derkeve pêş em xebatan dimeşînin û hewl didin hikumet derbarê vê yekê de tiştekî bike..
Em niha bi Partiya Sor re dixebitin.
Gelek pirs ji Wezîrê karên Derve re hatin şandin..
Em li bendê ne ka wê, derbarê Tirkiyê de ji bo binpêkirina mafan çi bê kirin..
Beth Hartmann bêdengiya Dewletên Yekbuyî Yên Emerîka û welatên Ewrupayê jî rexne kir û got: Mafên bingehîn ên mirovan û hiqûqa gerdûnî tên binpêkirin…Mafên girtiyên siyasî ji bo mijarên siyasî dibin qurbanî..
Yek ji rêvebera pêngava cîhanî Beth Hartmann, ji bo azadiya Rêber Apo herî dawî nêrînên xwe anîn ziman û ev pêşniyar kirin..
Ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd divê xebatên girîng û bi bandor bêb kirin..
Divê em hewl bidin ku Tirkiye li her derê were boykotkirin.
Yek ji rêvebera pêngava ji bo azadiy Rêber Apo Beth Hartmann ji ajansa Jinnews’ê re axivî..Dibêje lazime li her qadê dewleta Tirkiyê bê boykotkirin..Ger wisa bibe dibe ku gav bên avêtin..