Pêşmergeyê dêrîn Evdille Ûsiv Silêman diyar kir hemû cîhan behsa Kurdan dike û got, ”Kurd divê vê pêvajoya dîrokî baş binirxînin. Bi avakirina yekîtiya netewî em dikarin serfiraz bibin.”

Piştî êrîşên dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li ser Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyê mijara yekîtiya netewî dîsa bû rojeva Kurdan. Pêşmergeyê dêrîn ê ku li gundê Roboskê yê Şirnexê jî, Evdile Ûsiv Silêman ji bo ku yekîtiya Kurd wer avakirin bang li partî û rêxistinên Kurd kir. Silêman ku 1976’an li Başûrê Kurdistanê pêşmergetî kirî got, ”Ji bo destkeftiyên Başûrê Kurdistanê 1982’an min sînor derbas kir û xizmet li wan deran kir. Ji bo xaka Kurdistanê min şer kir. Niha dîsa êrîşê tînin ser xaka Kurdistanê.

Ji bo ku li dijî van êrîşan Kurd a xwe bikin yek bi derengî jî ketine.

Bê dilê Kurd Kurdistan kirin çar parçe. Êriş li ser kîjan parçeyî hebe divê Kurd berê xwe bidin wir û berevaniya li xaka xwe bikin. Niha em li Roboskê ne û li Duhokê mirhovên me hene. Em yek netew in. Li ser kîjan parçeyî taloke hebe divê em ji bo xaka xwe li ber xwe bidin.”

ÊDÎ DEMA YEKÎTIYIYÊ YE

Silêman got gelê Kurdistanê ji pêvajoyeke girîng û krîtîk dibihure û domand: ”Êdî hemû cîhan Kurdan nas dike. Yekîtiya netewî daxwaza hemû Kurdan e. Êdî dma wê ye û divê em vê delîveya dîrokî bi kar bînin. Ez bang li hemû Kurdan, li hemû sazî, partî û rêxistinên Kurdan dikim, bila werin gel hev û çareyekê bînin. Kurd êdî hêzeke pêşeng in û bala hemû cîhanê dikişînin ser xwe.

Parçebûn li Kurdan nayê. Em jî weke her kesî doza heqên xwe yên rewa diin. Bi salan min xizmet li Başûr û Rojhilat kir. Min ji bo partî û rêxistinan xizmet nekir. Ji bo xaka Kurdistanê min xizmet kir. Niha jî ku ji min were xwestin li kûderê be ez hazir im. Her kes divê berjewenidya xwe ya şexsî dive bide alî û ji bo tifaqê were gel hev. Heke hem nebin hevalbendên hev em ê zêdtir werin kuştin. Her kes wê xaka me dagir bike. Ji ber vê yekîtî ji bo me mîna nan û avê ye.”

HEKE ME TIFAQA XWE ÇÊBIKIRA EV BI SERÊ ME NEDIHATIN

Silêman derbarê komkujiya li Roboskê jî got, ”Beriya bi 8 salan 28’ê Kanûnê bi bombeyên artêşa Tirk 19 jê zarok 34 mirovên me hatin kuştin. Heke tifaqa xwe me çêbikra wê zarokên me li ser xaka xwe nehatana kuştin. Ji bo ku em nebûne yek Kurd li her deverê têne kuştin. Hek em yek bûna li Başûrê Enfal, li Bakur û Rojava Kurd bi komkujiyan nedihatin kuştin. Ji ber vê Kurd beriya her tiştî divê tifaqa xwe çêbikin. Heke em yekîtiya xwe ya netewî çêbikinn em dikarin bi ser bikevin û êrîşan bişikînin.”