Serokdewletê Belarûsê Aleksander Lûkaşenko ku di hilbijartinên 9’ê Tebaxê de ji nû ve hate hilbijartin, 26 sal in li ser desthilatdariyê ye. Xwepêşandanên bi daxwaza îstifaya Lûkaşenko tên li darxistin, dawî lê nayê. Roja Şemiyê zêdeyî 5 hezar jin li paytext Mînskê meşek dirêj kirin û li dijî Lûkaşenko xwepêşandaneke protestoyî li dar xistin. Ji bo piştgiriyê bidin jinên Belarûsî, li gelek welatên berê yên Yekîtiya Sowyetan jinan xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandanên ku roja Yekşemê jî li paytext Mînskê hatin lidarxistin, bi pêşengiya jinan bûn. Piştî banga ‘Li malê bimînin’ a Wezareta Karên Hundir, qedexeya derketina derve û hişyariyên hêzên ewlekariyê, gelek qadên li paytext Mînskê ji serê sibehê û pê ve bi leşker û polîsên bi çekên giran hatin girtin.

Lê belê tevî vê yekê jî bi navê ‘Meşa yekîtiyê’ tevahiya rojê xwepêşandan hatin kirin û bi deh hezaran kes tevlî bûn. Xwepêşandêran ala berê ya Belarûsê ya ji rengê sor-spî hejandin û dirûşma “Bijî Belarûs” qîriyan. Hin ajansên navneteweyî ragihandin ku 10 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûne. Li gorî çavdêrên serbixwe yên li welêt, zêdeyî 50 hezar kes tevlî xwepêşandanan bûn.

POLÎSAN BI TUNDÎ DEST LI XWEPÊŞANDÊRAN WERDAN

Ji dîmenên ku li platformên înternetê hatin weşandin, tê dîtin ku polîsan bi tundî dest li xwe pêşandêran werdane. Saziyên mafên mirovan ên serbixwe yên li Mînskê ragihandin ku derdora 70 xwepêşandêr hatine destgîrkirin. Wezîrê Karên Hundir di vê der barê de hejmareke kêm eşkere kir.

Di xwepêşandanan de ku ketiye hefteya çaran, muxalîf dixwazin Lûkaşenko yê 66 salî ji bo cara 6’an li ser kursiya serokdewletiyê rûnenê. Daxwaza bingehîn a xwepêşandêran ew e ku hilbijartin ji nû ve bê kirin û girtiyên siyasî bên berdan.

Di hilbijartinên Belarûsê de ku ji aliyê gelek çavdêrên navneteweyî ve bi gumanbarî tên dîtin, hevrika herî xurt a Lûkaşenko Svetlana Tîkhanovskaya bi hinceta ku metirsî li ser jiyana wê heye xwe li Lîtvanyayê girtibû. Bi heman rengî, siyasetmedareke din a jin û muxalîf Olga Kowalkowa jî welatê xwe terikand û xwe li Polonyayê girt.