Nûnerên HDP, TJA û Dayikên Aştiyê dan zanîn ku ji bo aşitiyeke mayînde divê hemû gelên cîhanê bi hevgirtî û bi berpirsyarî tevbigerin. Nûneran got heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ranebe, aştiyeke mayînde li Tirkiyeyê ne pêkan e. Nûneran bang li gel kir û got ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi dirûşm ‘Aşitî nayê tecrîdkirin’ li Qada Îstasyonê ya Amedê bin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civaka sivîl dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngeke girseyî li dar bixin. Têkildarî mijarê ji parlamenterên HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Dayika Aştiyê Yildiz Damla, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û rêvebira HDP’ê Mehtap Metîn nêrînên xwe bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kirin.

Der barê mijarê de Mehtap Metîn anî ziman ku 1’ê Îlonê ji bo aştiyê xwedî wateyeke gerdûnî ye û wiha domand: “Em jî bi xwesteka aştiyê têkoşîna xwe dimeşînin. Li tevahiya cîhanê qeyranek heye. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê bi awayekî bê deng tê meşandin. Ger li hemberî vê bêdengî bidome, dê li cîhanê kaos mezintir bibe. Hemû desthilatdar ji bo parastina berjewendiyên xwe pêşî li aştiyê digirin. Divê li tevahiya cîhanê gel ji bo aştiyê dengê xwe bi hevre bilind bikin. Bi yekitiyeke demokratîk a gelan dikare pêşî li desthilatdaran bê girtin û rê li ber aştiyeke mayînde bê vekirin. Em bang li herkesî dikin ku di 1’ê Îlonê de li qada Îstasyonê bin.”

‘Tecrîd tê wateya kûrkirina şer’

Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn jî di serî de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha derbirî: “Beriya her tiştî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Wateya tecrîdê jî kûrkirina şer e. Bi tecrîdkirina Ocalan re Rojhilata Navîn û hemû gelên wê tên tecrîdkirin. Hem xweza me û hem jî kuçeyên me veguherîne qadên tecrîdê. Qeryana aboriyê jî bi vê ve girêdayî ye. Bi dirûşma ‘Aştî nayê tecrîdkirin’ em ê di 1’ê Îlonê de li qada Îstasyonê bin. Em hemû dayikên xwe, jinan, ciwanan û gelê xwe vedixwînin vê mîtîngê.”

Bang li dayikên leşker û polîsan kirin

Endama Dayikên Aştiyê Yildiz Damla jî got ku dayik her tim aştiyê dixwazin û ev tişt gotin: “Ez wekî dayikekê diaxivim û dibêjim: Em hemû dayik dixwazin li cîhan û li welatê me aştî pêk bê. Êdî bese. Bila dilê dayikan neşewite. Bila bes cenaze bikevin hundirê malan. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe nahêle aştî pêk bê. Em bang li dayikên leşker û polîsan jî dikin ku bila destên xwe bidin destên me û em bi hevre ji bo aştiyê bixebitin. Niha jî Rêberê me tecrîdkirî ye. Werin em tev bi dirûşma ‘Aştî nayê tecrîdkirin’ li qada Îstasyonê kom bibin.”

Dê pergala Îmraliyê hilweşînin

Herî dawî jî aktivîsta TJA’yê Ayşe Gokkan axivî û ev tişt destnîşan kirin: “Heta ku pergala Îmraliyê neyê hilweşandin, aştiyeke mayînde ne pêkan e. Desthilatdarên cîhanê banga şer dikin û hemû nirxên mirovahiyê talan dikin. Dema ku kêrî bi berjewendiyên wan nehat jî dibêjin werin em aştiyê bikin. Wiha nabe. Divê aştî beriya talangeriyê pêk bê. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de zêdetirî 52 milyon insan hatin kuştin. Bi milyonan jin rastî êrîşan hatin. Dewleta tirk jî bi hişmendiya netewedewletê û nijadperestiyê, êrîşî kurdan, jinan û hemû pêkhateyên din dike. Em niha di nav Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ne. Barê aştiyê yê vê sedsalê giran e û divê cîhan xwe bide ber vî barî. Em weke TJA’yê ne şer, azadiyê dixwazin. Ev jî bi azadiya Ocalan pêkan e. Heta birêz Ocalan tecrîdkirî be, dê azadî û aştî jî tecrîdkirî be. Em dibêjin ku dê pergala Îmraliyê hilweşînin. Em bang li gelê xwe dikin ku di 1’ê Îlonê saet di 16. 00’an de li qada Îstasyonê bin.”