Di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de nûnerê Rûsyayê yê di Neteweyên Yekbûyî de Dîmîtrî Polyanskî axivî û diyar kir ku li Sûriyeyê 350 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û êdî dem hatiye ku li wê derê avakirina ekonomîk were kirin.
Polyanskî diyar kir ku li Sûriyeyê kêşeya malzemeyên avakirinê, ekîpmanên giran û kêşeya sotemeniyê heye û ji bo avakirina nû ya welat, pêdivî bi van tiştan heye. Welatên din xwedî li vê fikra avakirina Sûriyeyê derneketin.
DELATTRE: BERÊ GUHERTINÊN SIYASÎ HEWCE DIKE
Nûnerê Fransayê yê di Neteweyên Yekbûyî de Françoîs Delattre diyar kir ku beriya alîkariya avakirinê, guhertineke siyasî hewce dike û divê pêvajoyeke destûra bingehîn û hilbijartineke adilane pêk were.
Nûnerê Fransayê diyar ki ku di van şertan de Yekîtiya Ewrûpayê ew ê nikaribe alîkariyeke maddî bide û bal kişand ser vî tiştî ku serkeftinên leşkerî yên ku rejîma Sûriyeyê li herêmên Derayê bi dest xistiye û ev serkeftin aştiyê nayne.
Di hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYA’yê Donald Trûmp de ya li Helsînkiyê jî ji bo vegerandina penaberên Sûriyeyê û avakirina welat piştgirî hatibû xwestin.