Rojnamevan Seyît Evran, ji bo girtina buroyên Tevgera Azadî yên li Herêma Kurdistana Federe destnîşan kir ku bi vî awayî hatiye xwestin peyamekê bidin Tirkiyeyê.
Çend roj berê li Herêma Kurdistana Federe navenda buroya Tevgera Azadiyê û buroyên wê yên li Ranyaz, Kelar, Kifrî û Koyê ji aliyê hêzên asayîşê yên Silêmaniyeyê ve hatin girtin. Her wiha di 30’yê Îlonê de beşdarbûyîna Tevgera Azadî ya ji bo hilbijartina li Herêma Kurdistana Federeyê jî hatibû astengkirin. Ji bo girtina buroyan wekî hinceta “li herêmê fermiyeta we tune ye” hat nîşandan. Lê belê li gorî qanûnên Iraqê fermiyeta Tevgera Azadiyê heye.
Rojnamevan Seyît Evran ku geşedanên û qewimînên li herêmê ji nêz ve dişopîne, girtina buroyên Tevgera Azadî nirxand.
EVRAN: ÊRÎŞ DI 30’YÊ ÎLONÊ DE DEST PÊ KIRIN
Evran, bi bîr xist ku Tevgara Azadî di sala 2014’an de serlêdan kiriye lê belê ne erênî ne jî neyînî serlêdana wê nehatiye bersivandin. Evran, bilêv kir ku êrîşên li hember Tevgerê di 30’yê Îlonê di dema hilbijartina parlementiyê de dest pê kirine. Ebran, parast ku bi fermana Tirkiyeyê li Hewlêrê biryar hatiye girtin û beşdarbûyîna Tevgerê ya ji bo hilbijartinê hatiye astengkirin. Evran got: “Çimkî Tevger ji bo Başûrê Kurdistanê henaseyeke nû bû. Tevgerê dixwest siyaset demokratîk bibe, jin û ciwan bi awayekî wekhev daxilî siyasetê bibin. Ji siyaseta îktîdarê wêdetir siyaseteke civakiyî diparast.”
‘BIRYAR DERÎ HIQÛQÊ YE’
Evran, anî ziman ku hemû welatên pergala parlementeriyê lê hene biryarên bi vî rengî ji aliyê dadgehan ve tên dayîn. Evran, destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn derî hiqûqê ye û got: “Li Başûrê Kurdistanê qanûnek wisa heye; Ger partiyeke siyasî, rêxistinek an jî komeleyek ji bo fermiyetê serlêdanê pêk bîne û eger di nav 3 mehan de serlêdana wê neyê bersivandin fermiyeta wê tê qebûlkirin. Lê belê buroyên Tevgerê bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin. Wexta asayîş çû ber derî biryara dadgeriyê hebû? Biryareke wisa tune ye. Hayê Dadgeriya Silêmaniyeyê ji biryareke wisa tune bû.”
’27’Ê MIJDARÊ NE TESADUF E’
Piştî Alîgirê Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe Qubat Talabanî daxuyand wê partî, rêxistin û komeleyên bê ruxset bên girtin biryareke wisa hat dayîn û ev piryar di 27’ê Mijdarê roja damezrandina PKK’ê de hatiye dayîn. Evran got: “27’ê Mijdarê ne dîrokeke ratshatinî û tesdufî ye. Salvegera damezrandina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Wisa difikirim bi vî awayî xwestin peyamekê bidin dewleta tirk.”
Evran, bilêv kir ku Talabanî li ser navê YNK’ê ev daxuyanî nedaye. Evran, diyar kir ku heta niha agahiyeke bi vî rengî ya der barê sazî û partiyên ji xeynî Tevgerê de bi dest wan neketiye.
‘LÎSTIKA TIRKIYE Û PDK’Ê YE’
Evran pirsî “Ma tiştekî li gorî qanûnên Iraqê fermî be, qey li gor Başûrê Kurdistanê ne fermî ye?” û destnîşan kir ku di girtina buroyên Tevgera Azadî de rola Tirkiye û PDK’ê heye. Evran got: “Wisa tê gotin ku li ser daxwaza Tirkiyeyê PDK’ê lîstikek wis amade kiriye.”
‘GELÊ SORAN BERTEKÊ NÎŞAN DIDE’
Evran, diyar kir ku saziyên çapemeniyê yên nêzî PDK’ê ji bo vê biryarê dibêjin “Biryara YNK’ê” û got: “Di çapemeniya YNK’ê de leqayî nûçeyeke der barê evan çewisandinan de nehatim. Biryara YNK’ê ye yan na, ev tê nîqaşkirin. Nêzîkatiya rayedarên YNK’ê nayê zanînin. Lê belê gelê Soran bi awayekî tund bertekê nîşanî vê yekê dide. Bi hezaran kes tam 3 rojan li ber buriyan sekinîn. Hin kesên YNK’yî yên wan nas dikim jî ji ber vê biryarê nerihet in. Pêşmergeyên Dêrîn jî dibêjin ev biryar ne biryareke rast e û siyasî ye.”