Nûgihan û Fatoş Îke nameyek ji Gulîstan Îke re nivîsand: Ji bo rûbar bi rengê lîlozan neherikin li ser vê axê, sêv tama jiyanê bidin, Newroz rastbiharên azad bizên tu bi kenê xwe rojê tav de bedewa min.

Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li Ewropayê jî ji 17’ê Kanûna 2018’an ve didome.

Berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê 72 roj in di grevê de ne. Yek ji wan jî nûçegihan Gulîstan Îke ye. Xwişkên Îke Nûgihan û Fatoş Îke jê re nameyek nivîsîn.

Nameya her du xwişkan wiha ye:

“Îro bi çavên te yên belek re rêwiya kudika hişê axekî kevnar û dêrînim Gula min.  Awirên te yên wêrek min dixe pey şopa leheng û qehremanên vê axa dayîk û ez li şer şopa lêgerîna awirên te li rastî sînorên çêkirî yên ji aliyê zirbabên jiyanê ve li erdnîgariya dilê me hatîn xêzkirin li zarokatiya me ya di navbera av û sêvan de digerim. 
Gundên wêran û şewitî, bajarên birîndar, dayîkên kezepşewat, zarokên bi sêvan mirîn, avên bûyîn goristan li awirên min dicivin û sirên demboriya me xwe li têlên sînorên çêkirî dixin. Ez ji têlên rêsayî awirên dayê diçinim, bêhna xwihdana babê me yê welatek li dilê xwe barkirî dikim glorka rîsê hêviyên me û tevna xeyalên me radiçînim li ser rûyê berfînan. 

Kêlên tixûban, têlên rêsayî welatan nakin mişext Gula min. Mişextî di dil de, di mejî de dest pê dike. Em pîvok, nêrgiz, berfîn, şilêre û gulnexwînên vê axêne. Dizanim bi qurçifandinê naqede tovê me û em xwecih û hemwelatiyê war û welatê di hiş û dilê xwe de ne. 

Îro bi dengê te qêrîna hemû pêşiyên me dibihîsim. Dengê çingîniya şûran, halehala lehengên li serdema Medan, lêdana dilê kelha Dimdimê, qêrîn û hewara li Helepçe, Dêrsim û Geliyê Zîlan, xweragirî û dilsoziya çeleng û egîdên bîst û neh raperînên Kurdan, ji zinaran henaseya Bêrîtan, çikîniya xeleka bombeya li tiliya Zîlan, qiçeqiça agirê li bedena stêrkên li dora roja me ya bûyî hêvî û jiyan xwe li giyana min dixin di wî dengê te yê navnîşana vînê de.

Û dengê te li ser biskên lorîkên dayîkan dijene;
Delala minê şere şerekî girane
Vê serdemê ne bexte, ne ole ne wijdane
Hole, heware, berxwedan e
Bûye cenga şeref û rûmeta me Kurdan e
Yê nerabe ne bi exlaq, ne mirov û ne însan e

Bi vî dengî sêv ji xwe tên şermê, av radiperîn Gula min. Ax bi avê ber digire, sêv xwe ji şerma dîrokî dişûn ji ber evîna te ya heqîqetê. Hêvî di paxila baweriya te de dipijin û rojên azad di kenê te de li ser tiliyên zarokên vê axê dibişkivin. Pêşeroj di rûyê te yê biken de kulîlk û gulan diçînin Gulistan. Dizanim ev şer naşibe ti şerên din delala min. Jiyan şane bi şane şer dike li hemberî mirinê di bedena te de. Ji vê ye çiyayên te pişta navê xwe dayînê ewqas şanazin bi te, serê wan gihiştiye asîmanan û gefan li mirinê dixwin bi hêza dilê te yê mirin pê nikare. 

Tarî diqedin, berbange xwişka min. Min hêrsa hemû mirovên vê axê ya li hember zilmê, zorê, talan û kuştinê, bi bêmafî mirinê ji bi xwe re anî. Wan jî bi dilê min re tevlî berxwedana xwe bike û li ber xwe bide. Ji rika wijdanên mirî,  miriyên di goristana serdemê de bêhiş û giyan wekî saxan diyar bihêle bila jiyan têr vexwe ji şepolên kenê te. Ji bo rûbar bi rengê lîlozan neherikin li ser vê axê, sêv tama jiyanê bidin, Newroz rastbiharên azad bizên tu bi kenê xwe rojê tav de bedewa min.”