Welatiyên Kerkûkê diyar kirin ku armanca komploya li ser Ocalan bê îradekirin gelê Kurde, lê bi fikrên Ocalan ev armanc têkçû. Welatiyan goitn ku erkê gelên azadixwaz ewe ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalane bişkênin.


Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployekî navnetewî li welatê Kenya hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Ji wê rojê heya niha Ocelan li Girava Îmralî tê girtin. Ji sala 2011’an ve jî tecrîda girnakirî li ser Ocelan berdewam dike. Bivê boneyê welatiyên Kerkûkê ji Rojnewsê re axivîn.

Hevseroka Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Rêhan Hemadî li ser komployê re axivî û got: “Dijminê me herdem kesekê dike hedefa xwe, pir jê ditirse. Dewleta Tirkiye û welatê bihêz ji ber ku ji Rêber Ocalan gelek ditirsiyan bi komployek navneteweyî Ocelan dan girtin.”

Rêhan Hemadî diyarkir ku armanca komployê bi girtina Ocelan re xwestin îradeya gelê kurd teslîm bigrin wiha got: “Fikir û ramanê Rêber Apo komployê ji holê rakir.”

Hevseroka Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Rêhan Hemadî diyar kir ku divê ew hemû piştgiriya çalakiya ku li dijî tecrîda ser Ocalan hatiye kirin bikîn û wiha axivî: “Têkoşîn û berxwedana Rêber Apo be hemû ji bo azadiya gele.”

Ciwanê bê navê Eyham Xelîl balkêşa ser tecrîda girnakirî ya li ser Ocelan û got ku ev tecrîd berdewama komploya 15’ê Sibatêye û wiha diyarkir: “Tecrîd li ser tevahî gelên azadixwaze. Ji ber ku Ocelan ne tenê hêma û rêberê gelê Kurde. Rêberê tevahî gelên azadixwaze.”

Li ser heman mijarê Givara Kerkûkî jî got: “Rêber Apo metirsiyên mezin li ser sîstema desthilatdar û dewletê mijokdar çêkir. Ji ber wê yekê Ocelan bû aramanc. Em weke ciwanê Rojhilata Navîn pêwîste em rê nedîn pilan û êrîşên li ser me pêkwerin û divê em tecrîda li Îmralî bişkênin.”