STENBOL – Seyhan Çîçeklî ku 61 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: “Leylayê agir vêxist, min jî bi vî agirî meşaleya xwe pêxist û ber bi serketinê ve dimeşim.” Ji bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, bi pêşengiya Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya hat destpêkirin di roja 109’an de didome. Bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Seyhan Çîçeklî ku li Girtîgeha Jimare 9’an a Sîlîvriyeyê ji 26’ê Kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye peyamek şand. Çîçeklî, anî ziman ku tu hêviya wan ji pergala hiqûqê ya dewletê tune ye û got: “Pirsgirêka me ne çend dosyeya ne. Pirsgirêk, pirsgirêkek bingehîn e. Li welat faşîzmeke dijwar heye û welat ber bi çiravek ve diçe. Li dijî vê faşîzmê û bi taybetî jî li dijî tecrîda li Îmraliyê hêrseke mezin heye. Niha li girtîgehan zêdetirî 300 hevalên me, bedena xwe dane ber birçîbûnê. Ez jî 61 roj in di greva birçîbûnê de me. Tenê ne li zindana, li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê îsyan û grevek heye.” JIYANEKE ALTERNATÎF Çîçeklî, bi bîr xist tenê ji bo daxwazekê ketine greva birçîbûnê û got: “Divê tecrîda 20 salan a li er Ocalan bi temamî bê şikandin. Rêveberiya faşîst a tirk bi salan e bi her awayî bi ser Rêberê me de diçe. Her diçe tecrîd tê girankirin. Di şexsê Serokatî de hemû gel tên tecrîdkirin. Çimkî Rêber, ne kesek e, xweddî nasnametiyeke rêbertiyê ye. Lê tevî hemû şert û mercên tecrîdê jî 20 sal in diafirîne û bûye xwediyê jiyaneke alternatîf. Bi afirnadinên xwe bûye ronahiya gel.” ‘GER TECRÎD BÊ PERÇEKIRIN WÊ FAŞÎZMÊ JÎ BÊ PERÇEKIRIN’ Çîçeklî, diyar kir ku mînaka herî berbiçav a vê projeyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê. Çîçeklî got: “Erdogan û alîgirên wî bi tecrîdkirina Rêber dixwazin vê jiyanê asteng bikin. 3 sal in kurd û gelên din bi berxwedaneke dîrokî li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Gelek bedêl hatin dayîn û hîn jî tên dayîn. Em girtiyên PKK-PAJK’î ji bo tecrîda li ser Rêbertî bi temamî bê perçekirin û ji bo faşîzm bê perçekirin me dest bi greva birçîbûnê kir.” ‘MIN MEŞALEYA XWE PÊXIST BER BI SERKETINÊ VE DIMEŞIM’ Çîçeklî, diyar kir ku jin rola xwe ya dîrokî dilîzin û got: “Niha faşîzm herî zêde ji jinan ditirse. Di şexsê Heval Leyla de careke din derket holê ku wexta jin bixwazin tu pergal tune ye ku neyê rûxandin. Wek jinekê min jî meşaleya xwe bi agirê ku Leylayê vêxist pêxist û ber bi serketinê ve dimeşim.” Çîçeklî, bal kişand ser hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û diyar kir ku dewlet dixwaze wekî berê çalakgerên di greva birçîbûnê de bixapîne. Çîçeklî got: “Em girtî û gel vê yekê qebûl nakin. Heta tecrîd neyê perçekirin em ê nesekinin. Agirê ku Leyla pêxist her diçe berbelav dibe. Wê ev agir hem tecrîdê hem jî faşîzmê bişewitîne û birûxîne.” ‘EM Ê BI SER BIKEVIN’ Çîçeklî, anî ziman ku her diçe baweriya wan a ji bo serketinê xurtir dibe û got: “Çi dibe bila bibe wê Rêbertî biçe ser sûrên Amedê. Wê çaxê dê moral, coş û heyecan jî temam bibe. Eger ji bo vê bedêl bivê ez amade me, em amade ne. Serketin teqez e! Azadî teqez e!” ‘MORALÊ ME BAŞ E’ Her wiha Çîçeklî, destnîşan kir ku tenduristiya wê baş e û got: “Serêşî û bêxewî heye. Çerm diweşe. Her roj ji bo kontrolê diçim revîrê. Ew hîn jî nayên odeyê. Li odeyan du kes dimînin. Jixwe bi vî awayî em tên tecrîdkirin. Ji roja min dest bi grevê kiriye ji ber lêpirsîna dîsîplînê mafê min ê sohbetê hat rawestandin. Ez nikarim hevalên din bibînim. Lê dîsa jî moralê me baş e.” Çîçeklî got: “Niha em girtî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di grevên birçîbûnê de ne. Lê belê hema bêje li her derî her roj îsyan heye. Di grevê de ji xwe her kes di çalakiyê de ye. Lê têr nake. Loma divê em bal bikişînin ser prisgirêka hîmdar. Ji bo ev hemû bên çareserkirin divê tecrîda li ser Rêbertî bê şikandin. Divê herkes dengê xwe bilind bike û rewşa heyî qebûl neke. Em bi awayî giştî û rêxistinbûyî dikarin faşîzmê birûxînin.” MA / Sadiye Eser
‘Bi meşaleya ku Leylayê pêxist ber bi serketinê ve dimeşim’
