Li gorî daxuyaniya hikumetê ji bo pêşîlegirtina qirêjiyê sala bê wê 4 milyon vîzonên hatibûn kuştin, ji bin erdê werin derxistin.
Tê diyarkirin ku piştî îxtîmala bi koronavîrusê ji holê rabe wê di nava şeş mehan de ev tişt pêk were. Wê ev bîzonên kuştî piştre werin şewitandin.
Di meha Mijdarê de li nêzî bajarên Helstobre û Karûbê li du qadên leşkerî çal hatibû kolandin û vîzon li wir hatibûn veşartin.
Hikumetê qebûl kir ku ji ber ava bin erdê û golên nêzikî wê dibe ku rîskeke ji bo hawirdorê çêbibe.
Danîmarkayê bi hinceta mûtasyona koronavîrusê di meha Mijdarê de 15 milyon vîzon kuştibû. Li gorî lêkolînên niha vîzon tekane heywan e ku koronavîrus dikare ji wan derbasî mirovan bibe.